Aştiya Îmarê rê li pêş bajarvaniya xerabe ava dike 2018-05-28 11:00:53   AMED - Avahîsaz û Endezyaran diyar kirin ku projeya AKP'ê ya "Aştiya Îmarê" ya di çarçoveya pakêta aboriyê de hat aşkerekirin rê li pêş avahîsaziya xerabe û bê tenduristî vedike.   Endezyar û avahîsazan bertek nîşanî pakêta hikûmetê ya aboriyê ku Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Mehmet Ozhasekî wekî "Aştiya Îmarê" pênase dike dan. Endezyar û Avahîsazan, diyar kirin ku bi "Pêşnûmeya Zagona der barê Guhertina Ji nûve plankirina Deynên Din û Bacê" dixwazin ji nûve rê li pêş îmara bê plan û bê rûhset vekin û ev yek li dijî mevzuata îmarê ye. Endezyaran anîn ziman ku dixwazin bê rûhsat û bê qeyd abonetiya ceyran, av û xaza xwezayî çêkin û li ser vê yekê rantê bixwin.    Li gorî lêkolîna odeyên pîşeyî li Tirkiye ji sedî 60 xaniyên hatine avakirin qaçax in. Hikûmet bi efoya îmarê dixwaze rê li pêş avahiyên qaçax veke. Dê ji sedî 3 bedelê îmarê bistîne û belgeya qeydê bide. Di serdema ku krîza aborî zêde xwe dide der de, hikûmet bi vê planê armanc dike ku 50 milyar TL pere bi dest bixe.    DÊ BAJARVANIYA XERABE EFÛ BIKIN'   Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin, diyar kir ku di vir de hîleya peyven heye û wiha got: "Her çend bêjin 'Aştiya îmarê' jî dema mirov li naveroka plane dinere dibîne ku 'efûya îmarê' ya bê plan e. Balkêş e pergala ku ew qas li durû aştiyê ye navkê "Aştiya îmarê" li planê kiriye. Kesên ku aştiyê dixwazin wan ceza dikin, lê kesên bi navê "Aştiya Îmarê" sûc dikin tên xelatkirin. Ev guhertina îmarê xizmeta aştiyê nake. Bi vê guhertinê tu aştî pêk nayê û li dijî xizmeta aştiyê ye."    Aydin, da zanîn ku balkêş e beriya hilbijartinê ev proje anîn rojevê û dixwazin bi Aştiya Îmarê hem pereyan bi dest bixe û hem jî dengan bi dest bixin.    ‘SERMAYEYA HEVKAR DÊ JÊ SÛDÊ BIGIRIN'   Aydin, destnîşan kir ku bi vê plan û projeyê kesên ku avahî li ser qadên xwezayî, ekolojîk, arkelojîk û sîtê ava kirine bên efûkirin û wiha got: "Gelek otel, AVM û rezidans ên qadên bazirganiyê ne li ser cih û war û zeviyên qedexe bi awayekî qaçax hatine avakirin. Ev avahî û navendên bazirganiyê tev dê bên efûkirin. Ev plan û proje xizmeta sermedadarên hevkar dike. Sermkayeya hevkar dê ji vê yekê sûdê bistînin. Bi vê pêşnûmayê dê qada endezyar û avahîsazan jî teng bikin. Zanistî û teknolojî dê tune bibe. Ev pirsgirêkek gelek mezin e.  Dê xaniyên ku ne saxlem û ne zexm bifiroşin xizanan û bêtir rê li pêş bajarê bê tenduristî û bajarekî xerabe ava bikin. Hikûmet li gorî navendê biryaran distîne. Lê biryara saziyên civakî, rêxistinên demokratîk û rêveberiyên herêmî li ber çavan nayê girtin. Divê berî her tiştî vê rêbaz û helwestê biguherîne.    MA / Lezgin Akdeniz