‘Bijîşkê gel’ xwe ji bo parlamenteriyê amade dike 2018-05-28 10:25:44   ŞIRNEX - Namzetê parlamenteriya HDP’ê yê Şirnexê Dr. Serdar Kunî, ji ber ku bi salan li Cizîrê xizmeta tenduristiyê bi zimanê dayîk û bê pere kir, ku weke “Bijîşkê gel” tê naskirin, armanc dike ku bêmafiyên li bajêr tên jiyîn bibe Meclîsê.    Namzetê parlamenteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Dr. Serdar Kunî, di rêza 4’emîn a parlamenteriya Şirnexê de cih digire. Kunî ji ber ku bi salan li Cizîrê xizmeta tenduristiyê bi zimanê dayîk û bê pare kir, weke “Bijîşkê gel” tê naskirin. Kunî ji ber faliyetên kar û barê bijişktiyê hat girtin û piştî demek kin ku hat berdan, Dadgeha îstînafê ya Dîlokê 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê yê Kunî betal kir. Kunî berê Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) a Cizirê bû.    JI BO MAFÊ TENDURISTAYA BI ZIMANÊ DAYÎK Û BÊ PAREYÎ TÊKOŞIYA    Bavê 4 zarokan Kunî di sala 1972’yan de li navçeya Cizîra Şirnexê hat dinê û di Fakulteya Tıpê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê mezûn bûm û dûre li bajarê xwe dest bi bijişktiyê kir. Kunî di avakirina Navenda Tenduristiya Bîşeng a Şaredariya Cizîrê û Serokatiya Odeya Bijîşkên Şirnexê de cih girt.    JI BO ÊZIDIYAN BÛ ALÎKAR    Kunî, ji bo Êzidiyên di sala 2014’an de ji ber êrîşên DAIŞ’ê koç kirin bû alîkar û di erdheja Wanê de jî beşdarî kampanyayên alîkarî û xizmetên tenduristiyê bû. Kunî li bajêr heya roja îro ji bo welatiyên rastî îşkence û muameleyên xerab hatin, alîkatiya tenduristî kir û bi xebatên xwe dinava gel de weke “Bijîşkê gel” tê naskirin. Kunî, derbarê namzetî û xebatên hilbijartinê de axivî û wiha got: “Min di pêvajoya bijîşktiya xwe de tim xizmeta wekhevî, zimanê dayîkê, xwe gihandin û kesên xizan kir. Ji bo ez vê têkoşîna xwe bihêztir bi rêve bibim min serlêdana namzetiyê kir. Heya roja îro di kolan û koçeyan de min xizmeta tendurista jin û zarokan kir. Ez polîtîkayên tenduristiya AKP’ê rexne dikim.”   ‘EZ Ê BÊMAFIYÊN DI QEDEXEYAN DE HATIN JIYÎN BIBIM MECLÎSÊ’   Kunî, anî ziman ku hewlana HDP’ê ya ji bo mafê tenduristiyê ya di Meclîsê de da, hişt ku ew bibe namzet û wiha bilêv kir: “Ez şahidê qexeyên derketina derve yên li Cizîrê me. Wê demê min dît ku mafê gel ê tenduristiyê çawan tên astengkirin. Cihên ku ambulans dixwestin, me ne dikarî em biçinê. Gel nekarî ji beşa lezgîn fayde bigire. Gelek mirovên bi mûdaxiyelên tenduristî yên hêsan dikarîbûn xelas bibin, jiyana xwe ji dest dan. Emê van hemûyan di Meclîs û platformên navneteweyî de bînin ser ziman. Ji bo vê yekê ez bûm namzet. Li Tirkiyeyê mirov êdî li gorî parayên xwe dikarin bên derman kirin. Ji bo mafê tenduristiya zimanê dayîkê ezê di Meclîsê de têbikoşin. Dayîkek gava bi zimanê dayika xwe diaxivî me dikarî ji sedî 50’î em tedawiya wê bikin.”   ‘EZ HILBIJARTINÊ WEKE HESAP PIRSÎNÊ DIBÎNIM’   Kunî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li dijî polîtîkayên heya roja îro hilbijartinê weke hesap pirsînê dibînim. Hejmara namzetên li Botanê bersiva hemû tiştan dide. Botan li dijî polîtîkayên heyî li ber xwe dide. Gelê me ji roja destpêkê ve li dora HDP’ê bû xelek. Em ê li herêmê bersivek bihêz bidin.”   MA / Gokhan Altay