Namzetên Erzîngan û Ordu yên HDP’ê: Dil bidin HDP’ê 2018-05-28 09:19:24 ERZÎNGAN / ORDU - Namzetên Erzîncan û Ordu yên HDP’ê, ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bang li gel kirin ku dil bidin HDP’ê.  Namzetên parlamenteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Ordu û Erzînganê pir bi îdîane ku di hilbijartinê de bi ser bikevin. Namzetê parlamenteriya Ordu Şevder Yandi, diyar kir ku li dijî komkujiyên HES’an ên Behrareş divê gel dengê xwe bidin HDP’ê. Namzetê Erzînganê Îbrahîm Bozkurt jî, anî ziman ku lazime hemû kes dil bidin HDP’ê.    'EM NIKARIN BÊJIN EM Ê JI BO ORDU BEHRÊ BÎNIN, LÊ…’   Namzetê ciwan ê HDP’a Orduyê Şevder Yandi, mezûnê Karsaziya Îngîlîzî ya Zanîngeha 9’ê Êlînê ya Îzmîrê ye. Yandi, diyar kir ku dê li Orduyê dengên baş bigirin û wiha axivî: “Em armanc dikin ku yekem car parlamenterekê ji Orduyê bibin meclîsê. Em weke partiyên din nabêjin ‘em ê behre bînin orduyê’ lê ji bo parastina xwezaya Behrareş projeyên me hene. Pêwîste ciwanên Ordu dengê xwe bidin HDP’ê. Ciwan zanîngehan dixwînin û weke karkerên bêwesf tên dîtin. HDP partiya ciwana ne. Hemû beşên civakê di HDP’ê cih digirin. Divê ciwan li projeyên hemû partiyan mêze bikin û wisan dengê xwe dibin. Ji bo ku ciwan dengê xwe nedin HDP’ê tu hincetek wan tuneye.”    Ji NEWYORK'Ê HEYA ERZÎNGANÊ    Namzetê parlamenteriya HDP’ê yê Erzînganê Îbrahîm Bozkurt jî, ji ber  pirsgirêkên aboriyê  di sala 1960’an de diçe bajarê Newyorka Amerîkayê. Bozkurt, piştî 23 salan, berî 3 salan li gundê Mutî yê navçeya Pilemûriye ya Dersimê bi cih dibe. Bozkurt, sedema namzetiya xwe wiha vedibêje: “Gava li vê derê bi cih bûm, min biryar da ku li dijî bêmafiyan têbikoşim. Ger hinek be jî beşdarî xebatên demokratîkbûyînê bibim, ez ê pir keyf xweş bibim. Min xwest li dijî bêmafî, newekhevî û înfazên bê daraz têbikoşin. Ger bêm hilbijartin, ezê bi awayekê aktîf beşdarî hemû xebatan bibim. Bila hemû kes dil bidin HDP’ê. Bila hêvî bidin HDP’ê û em hemû bi hevre qezenc bikin.”