Mirovên Şemiyê: Dema em çûn ser sindoqan emê bajarên hatin xerakirin bînin ber çavan 2018-05-28 09:18:39 STENBOL - Mirovên Şemiyê, diyar kirin ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dema çûn ser sindoqê dê bajarê Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sûrê ku dewletê xera kirin bînin ber çavên xwe û piştre dengê xwe bidin. Mirovên Şemiyê destnîşan kirin ku ew dê li cem kesên ku ew kuştin tu carî cih negirin û piştgiriyê bidin HDP’ê.  Piştgirî û xwedîderketina li dora HDP'ê her ku diçe mezin dibe. Beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê Mirovên Aştiyê jî piştgiriya xwe anîn ziman û destîşan kirin ku dê piştgiriyê bidin HDP'ê.    Mirovên Şemiyê, ji hemû hilbijêran xwest ku dema çûn ser sindoqan û dengê xwe dan, xerakirina bajarên Cizîr, Sîlopya, Sûr, Nisêbîn û Geverê bînin bîra xwe û pişte dengê xwe bidin.    Birayê Ridvan Karakoç ê di 20'ê Sibata 1995’an de li Stenbolê hat binçavkirin û windakirin Hasan Karakoç diyar kir ku AKP li aliyekî qala aştî û biratiyê dike, li aliyê din şer sor dike û wiha got: AKP’ê di serî de Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever û gelek Bajarên kurdan hilweşand. Di Jêrzemînê Cizîrê de hovîtî pêk hat. Mirov bi saxî hatin şewitandin. Komkujî li Roboskê pêk anîn. Gelek şaredar, parlamenter û endamên meclîsê girtin û avêtin zindanê. Vîna 6 milyon mirovan tune hesiband. Gelek xwendekar hatin binçavkirin. OHAL îlan kir. Em dê bi vê hêrs û zanebûnê biçin ser sindoqan."    'DEMA MIJAR DIBIN KURD TEV LI DIJÎ KURDAN DIBIN YEK'   Karakoç, bal kişand partiyên ku tifaq avakirine û wiha got: “Meral Akşener li herêmê ketiye xwîna hezaran mirovan. Dema mijar dibe kurd hemû partî dibin yek. Ji ber vê yekê İYİ Partî û CHP bûn îtîfaq û ev yek asayî ye. Mixabin partî li dijî kurdan dibin îtîfaq. Ji bo aştî, mirovî, biratî û azadiyê em de li cem HDP'ê cihê xwe bigirin."   DI SERDEMA AKP'Ê DE TAYIKA TAYBET LI KOLANÊ HAT KUŞTIN'    Hevsera Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat binçavkirin û windakirin Hanim Tosun jî bal kişand ser polîtîkayênk AKP’ê şên şer û wiha got: "îktîdara AKP'ê got 'Jin be zarok be tişta hewce bikin' Di serdema AKP'ê de dayika Taybet li kolana Sîlopiyê hat kuştin. Cenazeyê wê hefteyekê li erdê ma.  Zarok di hembêza dayikên xwe de hatin kuştin. Di serdema AKP’ê de bê hesab zarok û jin hatin kuştin. Me berê bîrên asîdê û gorên komî dizanibû. Lê piştî AKP hat em niha Jêrzemînên hovîtiyê yên Cizîrê dizanin. Di serdema AKP'ê de mirov zindî hatin şewitandin. Tu carî dengê Mehmet Tunç ji guhê min naçe. Em dê qet li cem partiya ku kurdan qetil dike û tune dike cih negirin. Ez wekî jinek kurd dê li cem HDP’ê cih bigirim.   ‘TEXTÊN KU HDP’Ê DÎT TU PARTIYAN NEDÎT'   Tosun, da zanîn ku HDP ne tenê partiya kurdan e û wiha bi dawî kir: "HDP partiya hemû gelan e. HDP partiya gelan e. Tevî hemû zextan HDP heta îro li ber xwe da û hat.  Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş 18 mehin girtî ye. Dozger û dadger tiştekî nizanin. Hemû namzet li qadan propaganda dikin. Lê Demirtaş girtî ye. Em dixwazin Demîrtaş bê berdan û derkeve qadan."