‘AKP sazî û dezgehên çemawerî li gorî xwe dizayn dike’ 2018-05-28 09:17:54 MÊRSÎN - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Sînan Muşlu, 36 hezar notirvanên kadro yên Midûryeta Giştî ya Ewlekariyê yên ji bo kar bên girtin nirxand û got: “Desthilatdariya AKP’ê kadroyên çemawerî û girtinên ji bo kar, li gorî berjewendiyên xwe dizayn dike. Ev ne ji bo pêdiviyên notirvaniyê ne.” Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Hûndir, di bûnya Midûryeta Giştî ya Ewlekariyê de, bi giştî 36 hezar notirvan li tax û sûkan notirvaniyê dikin. Heya roja îro 14 hezar û 500 notirvanan li bajaran dest bi kar kirin û hat zanîn ku hejmara wan temem bûye. Li herêmên pîlot, bi îdîaya “Asayîş û hizûr pêşxistin3e” notirvanan li hemû kolan û sûkan hatin  bicih kirin. Yek ji van bajaran jî Mêrsînê. Di hemû kolan û cadeyên bajêr de notirvan jî bi polîsan re tevdigerin û beşdarî pêkanîna GBT’ê dibin. Bi şev jî notirvan li kolanên bajêr digerin.    ‘NOTIRVANÎ NE PÊWÎSTE’   Serokê Şaxa Egîtim Sen a Mêrsînê Sînan Muşlu, diyar kir ku niha herî zêde pêdiviyên civakê bi bijîşk, mamosteyan hene û wiha axivî: “Ji bo ewlekariya pêwîstiya notirvaniyê tuneye. AKP ji bo desthilatdariya xwe ava bike, pêdivî bi girtinên notirvaniyê dibîne. Li aliyekê hemû kedkarên çemawerî ji kar avêtin û li aliyê din jî ji bo notirvaniyê mirovan digire kar. Pêwîstiya civakê  bi notirvanan tuneye. Desthilatdariya AKP’ê sazî û dezgehên cemawerî li gorî berjewendiyên xwe dizayn dike. Tu berjewendiya civakê ji vê notirvaniyê tuneye.     ‘CIVAK DÊ DI SINDOQAN DE BERSIV BIDE’   Muşlu, da zanîn ku divê di hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de desthilatdarî bê guhetin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Civak dê bersiva pêwîst di sindoqan de bide û ji vê tarîtiyê re bêje êdî bese.”   MA / Ergîn Çaglar