Ji ber wêneyê Erdogan ne daleqand bi nexweşîna pençeşêrê ket 2018-05-28 09:17:11 ENQERE - Taştan Çelîk ji ber ku wêneyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi balkona mala xwe ve nekir ji aliyê Serokê Şaredariya Enqerê yê berê Melîh Gokçek ve ji kar hatibû avêtin. Çelîk ê di têlên dengên wî de girê çûbû, got ku; “Ji ber bêmafiyan û bê kar mam bi nexweşîna pençeşêrê ketin.”  Taştan Çelîk (48) ê ajokarê otobusa Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqerê bû, ji ber ku wêneyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi balkona mala xwe ve nekir ji aliyê Serok Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê yê berê Melîh Gokçek ve di Îlona  2014’an de ji kar hat avêtin.    Bavê 3 zarokna Çelîk ê zewizî, diyar kir ku 10 salan di karê şaredariyê de xebitî û wiha axivî: “Bêyî ku hincetekê nîşan bidin ji kar avêtim. Rayedarên yekîneya me, pankartên wêyên Melîh Gokçek û Tayyîp Erdogan dan me ji bo em bi balkonên malên xwe ve bikin. Min ev yek red kir. Ji ber vê min û rayedaran nîşan kirin. Ji min re gotin ‘Tu çawan wêneyê serokê me û serokkomar na daliqînî?’ Rojek piştî vê redkirin û nîqaşê bêyî ku hincet nîşan bidin ez kar avêtim. Ji ber ku min wêneyên Erdogan û Gokçek ne daliqandin eaz ji kar avêtim. Ez rastî bêmafiyê hatim. Bi dehan kes mina min ji kar avêtin.”   BI NEXWEŞÎNA PENÇEŞÊRÊ KETIM Û DERMAN DIBIM’    Çelîk, anî ziman ku 4 salin bi nexweşiya pençeşêrê ketî û wiha got: “Du heftene ajokariya dolmişê dikim. Di pêvajoya bê kar mam û neheqî li min hat kirin de bi pençeşêrê ketim. Di têlên dengê min de girê çêbûn. Sîgorteya min tuneye. Rojê 50-60 mûce digirim. 3 zarokên min hene. Êdî nikarim kirê bidim. Ez karê xwe paşve dixwazim.”