Li Agiriyê hedef wek Çiyayê Gilîdaxê mezin e 2018-05-28 09:16:33 AGIRÎ – Parlamenter û Namzeta HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Taşdemîr diyar kir ku AKP’ê Agiriyê wek herêma pîlot bijartiye û got: “Çawa me di 7’ê Hezîranê de 4-0 derxist, em ê dîsa 4-0 derxin.” Yek ji bajarên ku herî zêde HDP lê xurt e Agiriyê ye. HDP’ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de ji sedî 78 deng bi dest xist û 4 wekîl derxist. Di hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an de jî ji sedî 66 deng bi dest xist û 3 wekîl şand Meclîsê. HDP’î gotin ku armanca wan li Agiriyê dîsa wek 7’ê Hezîranê 4 wekîl in ku bişînin Meclîsê û dê armanca xwe wek Çiyayê Agiriyê mezin bikin. Parlamenter û Namzeta HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got ku ew ê li Agiriyê bikin 4-0.    'AKP EWIL LI AGIRIYÊ TÊK ÇÛ’    Taşdemîr da zanîn ku hemû plansazî û nexşerêya xwe diyar kirin e û wiha got: “Bi salan e AKP ji bo Agiriyê bike navenda siyaseta xwe dixebite. Dixwaze bi vê siyasetê hemû herêma Serhedê li gorî xwe dîzayn bike. Ji ber vê yekê Agirî ji dîrokê ve di hedefa wan de ye û wek herêmek pîlot ji xwe re dibînin. Lê li gel van polîtîkayên qirêj ên AKP’ê jî, yekem car AKP di 7’ê Hezîranê de têk çû. Di vê hilbijartinê de jî gelê Agiriyê li dijî îtîfaqa AKP û MHP’ê bi hêrs e û îtaraz dike. A rast di bin vê hêrsê de ev xuya dike ku dê gelê Agiriyê wek 7’ê Hezîranê 4 wekîlan bijêre. Ez wisa bi bawer im dê gelê Agiriyê dîsa 4-0 bi ser bixe. Em 7’ê hezîranê wek heqîqeta Agiriyê dibînin. Dê gelê Agiriyê di 24’ê Hezîranê de xwedî li sindoqên xwe derkeve û bersiva herî xurt dîsa bide AKP’ê. Li Agiriyê armanca me wek Çiyayê Gilîdaxê mezin e.”