Namzetên ciwan gurmegurm tên: Em ê hevalên xwe azad bikin 2018-05-28 09:14:31 EDENE - Namzetên parlamenteriya HDP’ê yên ciwan, diyar kirin ku dê di 24’ê Hezîranê de ji sindoqan  bi serkeftî derbikevin û gotin: “Em ê hevalên xwe yên xwendekar ên tenê ji bo ramanên xwe vegotin ketin girtîgehan azad bikin.”  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez dan xebatên hilbijartinê û bajar bi bajar namzetan didin nasandin. Denîz Varol ê 20 salî ku ji navçeya Ferqîna Amedê ye, Bêrîtan Onen a ji Mêrdînê ya li Edeneyê hat dinê, Rozerîn Tosun (22) a ji navçeya Licê ya Amedê û xwendekara refa 3’yemîn a Rayberî û Şêwirmendiya Psîkolojî ya Zanîngeha Çukurovayê û Zozan Efeturk (20) a li Êlihê hat dinê û xwendekara reva 2’yemîn a Sekreterî û Dokumentasyona Tibî ya Zanîngeha Ataturka Erziromê namzetên parlamenteriya herî ciwan ên HDP’ê ne.   Ciwanên namzetên parlamenteriya Edeneyê, sedema beşdarbûnên xwe yên HDP’ê vegotin.    ‘JI BO BIBIM DENGÊ CIWANAN’    Denîz Varol, diyar kir ku dixwaze di Meclîsê de bibe dengê ciwanan û wiha axivî: “Min dît ku HDP nirxek mezin dide ciwanan û  min jî xwest hêza xwe beşdar bikim. HDP partiya jin û ciwana ne. Bi namzetan jî ev yek cardin danî holê.”    'JI BO CÎNAYETÊN JINAN BI DAWÎ BIBIN’    Bêrîtan Onen jî, anî ziman ku ji bo cînayetên jinan bi dawî bibin, gel dinava  wekhevî, azadî û aştiyê de bijî, keda karkeran neyê xwarin, mirov hevdû kêm û cûdakar nebînin beşdarî HDP’ê bûye. Onen, da zanîn ku pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin pirsgirêka gelê Kurde û wiha bilêv kir: “Berî her tiştî divê ev pirsgirêk çareser bibe. Ev pirsgirêk bêyî HDP’ê çareser nabe. Em baş dizanîn AKP nikare pirsgirêka Kurd, aborî û krîzên heyî çareser bike. Dîsan pirsgirêkên herî mezin ên jinan tundî, tacîz, tecawîz û cinayetin. AKP nekarî pirsgirêka jinan jî çareser bike û beravajî kurtir kir. Ji bo çareseriya tundiya  li ser jinan me cihê xwe di HDP’ê de girt û emê xwe bi rêxistin bikin.”   'EMÊ HEVALÊN XWE AZAD BIKIN’    Rozerîn Tosun jî, diyar kir ku HDP partiya jinane û wiha axivî: “Îro desthilatdariya AKP’ê Zanîngehan ji hev cuda dike. Welatê me veguheriye girtîgehek servekirî. Ciwan, xwendekar û ronakbîr ji ber ramên xwe hatin girtin. Ger em welat dest wan de berdin, desthilatdarî dê hemû hêz û derdorên cuda bike girtîgehan. Emê di 24’ê  Hezîranê de qezenc bikin. Emê hemû hevalên xwe yên xwendekar azad bikin.”   'DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE EMÊ BI SER BIKEVIN’    Zozan Efeturk jî, destnîşan kir ku HDP ji ber ku di refên herî pêş de cih dide jinan xwest bibe namzet û wiha bilêv kir: “HDP perwerda zimanê dayîkê, aştiyê, ked û mafan diparêzê.  Ji ber vê ez tevlî HDP’ê bûm. Di 24’ê Hezîranê de emê bi ser bikevin. Divê li welat aştî pêş bikeve. Ji bo welat xweş, divê hemû jin û ciwan dengên xwe bidin HDP’ê. Ji ber ku di HDP’ê ez, tu û ew nînin. Em hene û em ê bi hev re qezenc bikin.”