ROJEVA 28'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-28 09:00:12 * Namzetên parlamenteriya HDP’ê yên ciwan, diyar kirin ku dê di 24’ê Hezîranê de ji sindoqan  bi serkeftî derbikevin û gotin: “Em ê hevalên xwe yên xwendekar ên tenê ji bo ramanên xwe vegotin ketin girtîgehan azad bikin.”  * Yek ji namzetên HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk ê bi KHK’ê îxrac bûye. Eksîk got ku armanca wî ew e bibe dengê mexdûrên KHK’yan.   * Parlamenter û Namzeta HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Taşdemîr diyar kir ku AKP’ê Agiriyê wek herêma pîlot bijartiye û got: “Çawa me di 7’ê Hezîranê de 4-0 derxist, em ê dîsa 4-0 derxin.”   * Taştan Çelîk ji ber ku wêneyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi balkona mala xwe ve nekir ji aliyê Serokê Şaredariya Enqerê yê berê Melîh Gokçek ve ji kar hatibû avêtin. Çelîk ê di têlên dengên wî de girê çûbû, got ku; “Ji ber bêmafiyan û bê kar mam bi nexweşîna pençeşêrê ketin.”    * Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Sînan Muşlu, 36 hezar notirvanên kadro yên Midûryeta Giştî ya Ewlekariyê yên ji bo kar bên girtin nirxand û got: “Desthilatdariya AKP’ê kadroyên çemawerî û girtinên ji bo kar, li gorî berjewendiyên xwe dizayn dike. Ev ne ji bo pêdiviyên notirvaniyê ne.”   * Mirovên Şemiyê, diyar kirin ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dema çûn ser sindoqê dê bajarê Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sûrê ku dewletê xera kirin bînin ber çavên xwe û piştre dengê xwe bidin. Mirovên Şemiyê destnîşan kirin ku ew dê li cem kesên ku ew kuştin tu carî cih negirin û piştgiriyê bidin HDP’ê.     * Namzetên Erzîncan û Ordu yên HDP’ê, ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bang li gel kirin ku dil bidin HDP’ê.    * Hilbijêrên gerok herî zêde li bajarê ÎDIR’ê hene. Rêveberiya HDP’ê xwe amade dikin ku mîna hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an, hilbijêrên gerok ên ji 10 hezarî zêdetir, bibin ser sindoqên nava  bajêr.    * Anastasia Crickley, diyar kir ku ji ber di bin şertên OHOL'ê de hilbijartin pêk tê gelek zahmetî û zorî hene û wiha got: "Ji bo lîstik çênebin û hilbijartinek demokratîk pêk bê divê THEE bi her alî çavdêriyê bike.    * Musa Pîroglu bi nasnameya Kurd, Elewî, karker, astengdar û mamoste di HDP’ê de namzete û rêza 2’yemîn a herêma 1’emîn a Stenbolê de cih digire. Pîroglu, diyar kir ku ji bo wekeheviya gelên Kurd û Tirk, aştî û mafê astengdaran biparêze, bû namzetê HDP’ê.”    * Namzeta Parlamenteriya HDP’ê ya Stenbolê Tulay Korkutan a ji xwe re dibêje ew jin, kedkar, sosyalîs û femîniste, diyar kir ku HDP di cihek herî girîng û rast de disekin e.   * Endamên Malagel, bang li bloka na ya di referanduma 16 Nîsanê de li Edîrneyê ji sedî 70 deng derxistin kirin ku beşdarî HDP’ê bibin û gotin: “Mirovên ku em bi wan re dixwazin dibêjin ewê dengê xwe cara yekemin bidin HDP’ê.”    * Mamosteyê, berî 5 salan ji ber parvekirinên medya civakî ji kar hat avêtin, diyar  kir ku wî 20 salên xwe dan perwerdê û got: “Piştî 21 salan bi hinceta lêpirsîna ewlekariya dawî li karê min anîn. Di welateke ku bi OHAL û KHK’an tê bi rêvebirin de, ewlekariya kesekê tuneye."    * Avahîsaz û Endezyaran diyar kirin ku projeya AKP'ê ya "Aştiya Îmarê" ya di çarçoveya pakêta aboriyê de hat aşkerekirin rê li pêş avahîsaziya xerabe û bê tenduristî vedike.   * KESK dê derbarê hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de, li avahiya navenda  giştî ya sendîkayê civîna çapemeniyê li dar bixe û helwesta xwe diyar bike. (11.00)    * Berdevkê Partiya HDP'ê Ayhan Bîlgen dê li avahiya navendî ya giştî ya partiyê, derbarê pêşketinên di rojevê de civîna çapemeniyê pêk bîne. (14.00)   * Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Manîsayê û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dê li Kocaeliyê beşdarî bernameyên partiyê bibin.  (11.00-20.30)   * HDP li navçeya Pirsûsa Rihayê, navçeyên Midyat û stewrê yên Mêrdînê, navçeyên Cizîr, Sîlopî û Hezexê yên Şirnexê dê buroyên hilbijartinê veke û bi konvoyên wesayîtan li nava bajar û navçeyan bigere. (10.00 - 18.00)