Cizîriyan eleqeyek mezin nîşanî dolmîşa bangê ya HDP'ê dan 2018-05-27 18:27:21   ŞIRNEX - Gelê Cizîrê dema dolmîşa bangê ya HDP'ê ku xebatên hilbijartinê dimeşîne, derketin ser kolanan, bi tilîlî, îşaretên serkeftinê û bi coşek mezin maşîne pêşwazî kir. Gelê Cizîrê peyama "Teqez em dê bi ser bikevin" da.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Şirnex û navçeyên Şirnexê lez da xebatên hilbijartinê. Rêxistina HDP'ê li Cizîrê dolmîşa banga hilbijartinê derxist kolanê û dest bi tûrê kir. Dema dolmîşa bangê ya HDP'ê li kolan û taxan digere rastî eleqeyek mezin a gelê Cizîrê tê. Gelê Cizîrê dema dolmîşa bangê ya HDP'ê derket kolanan geriya, bi tilîlî, îşaretên serkeftinê û bi coşek mezin dolmîş pêşwazî kir. Gelê Cizîrê peyama "Teqez em dê bi ser bikevin" da.    Dema dolmîşa HDP'ê ya bangê li taxa Cudî geriya, jin, zarok, kal û pîr tev derketin kolanê û bi tilîlî û îşaretên serkeftinê dolmîş silav kirin û li ser rê ew pêşawzî kirin. Dema stranên hilbijartinê distra gel jî bi diruşmeyan û çepikan bersîv da. Hin welatî jî di şibake, derî û şaneniyan de slavên xwe şandin.     Dolmîşa bangê ya HDP'ê ji aliyê girseyek mezin ve hat pêşawzîkirin û girsê bê navber dirûşmeyên "Bijî HDP", "Bijî Demirtaş" berz kir. Jinan jî diyar kirin ku dê di hilbijartinê de deng bidin vîna xwe û xwestin her kes biçin ser sindoqan.