Înce: Erdogan dibêje ez kaporta çêkim, cahîl e fîzîkê nizane 2018-05-27 14:48:32   ÎZMÎR – Namzetê Serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce, helwesta Erdogan rexne kir û got: “Erdogan dibêj e 'Ez dê kaporta, lastîk û koltukê çêkim.' Ez jî dibêjim em mejiyê wê çêkin. Nezan e. Cahîl e. Ji ber ku matematîk û fîzîkê nizane."    Namzetê Serokomariyê yê CHP'ê Muharrem Înce, di çarçoveya hilbijartina 24'ê Hezîranê de li gelek bajaran mîtîngan pêk tîne. Înce îro jî di çarçoveya xebatan de hat Îzmirê. Girsê ew li Balafirgeha Adnan Menderesê pêşwazî kir. Înce bi karwanekê derbasî navçeya Menderesê bû. Înce piştrî li vir xîtabî gel kir Serokomarê AKP'ê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan rexne kir û wekî cahîl bi nav kir. Înce, helwesta Erogan rexne kir û got: “Erdogan dibêj e 'Ez dê kaporta, lastîk û koltukê çêkim.' Ez jî dibêjim em mejiyê wê çêkin. Nezan e. Cahîl e. Ji ber ku matematîk û fîzîkê nizane."    Înce anî ziman ku pereyekî mezin di nava betonê de defin kirin û wiha got: "Qala projeya înşaetê dike. Ez li şûna sedan AVM  fabrîqeyan ava bikim. Li Ewropa ji her 50 kilometreyekî ofîsa benzinê heye. Li Tirkiye ji her 10 kilometreyan ofisa benzînê heye. Li Tirkiye 10 heb rêyên 100 kilometre hene. Li Ewropa 2 heb tenê heye. Ez pêşerojê û hilberînê veat dikim. Çi dibêje Erdogan. Dibêje yê otomobilê çê dike bi hêz e, an yên motorê çê dike bi hêz e. yan jî yê mejiyê wê çê dike bi hêz e. Erdogan kaporta çê dike ez dê mejiyê wê çêkim. Ew li paş maye. Ji ber ku cahîl e. Matematîk û fîzîkê nizan.e