Li Ayvalikê ferîbota penaberan noqî avê bû: 4 kes winda bûn 2018-05-27 14:20:37     BALIKESÎR – Li navçeya Ayvalik a Balikesirê ferîbota masîvanan a 5 kes têde bûn, noqî avê bû. Piştî ferîbot noqî avê bû, kesek hat dîtin û 4 kesên din  winda bûn.    Li navçeya Ayvalik a Balikesirê ferîbota masîvanan noqî avê bû. Ferîbota ku 5 kes têde bûn, kesek hat dîtin û 4 kesên din winda bûn. Ferîbota bi navê Belinay ji ber bahoz rabû nokî avê bû. Piştî ferîbot nokî avê bû xwediyê ferîbotê Volkan Çanakçi û kesên li gel wî Mert Boysener, Mustafa Fırat Goral, Hayri Kar û Kerem İncedayi winda bûn. Lêgerîna 4 kesên di avê de winda bûn didome.    Mert Boysener jî ji aliyê peywirdarê peravê ve hat rizgarkirin.