Eşîrên Rihayê li dijî AKP’ê derdikevin û nêzî HDP’ê dibin 2018-05-27 12:39:20   RIHA – Lîsteya namzetên AKP’ê yên Rihayê di nav eşîrên mezin de bû sedema nerazîbûna mezin. AKP dengê xwe winda dike û ji bo HDP’ê jî serkeftinek mezin dê nebe surprîz.    AKP’ê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê li Rihayê lîsteya namzetê xwe diyar kiribû. Lîste di nav eşîrên mezin de bû nerazîbûnên mezin. Bi boneya ji eşîrên mîna Şêxan, Bucakî, Karawar, Milan û Îzol namzet nehatine bijartin bi bertek in. Lêgerîna van eşîran a ji bo dengê xwe bidin kîjan partiyê didome.    BI PARTIYÊN DIN RE HEVDÎTIN    Hat gotin ku ev eşîr bi hev re tevdigerin û ewil bi Partiya Îyî û pişt re jî bi Partiya Saadetê re hevdîtin kirin e. Ev eşîr û şexsiyet ji her du partiyan jî ji bo namzetiyên rêzê xwestin e. Lê tê gotin heta niha li hev nekirine.    JI BO FAKIBABA EŞÎRET TUNE HATIN HESIBANDIN    Hat zanîn ku ev partî ji bo AKP’ê wek depoya dengan bûne û lê dê di vê hilbijartinê de bi desthilatdariyê re di heman refê de cih negirin. Çimkî ev hemû eşîret heta roja îro her tim piştevaniya AKP’ê kirin e û ji aliyê desthilatdariyan ve heta roja îro her tim bi wekîlan hatine xelatkirin. Eşîretan got ku lîsteya AKP’ê ya Rihayê ji aliyê Wezîrê Sewalkarî û Çandiniyê Ahmet Eşref Fakibaba ve hatiye amadekirin û dê vê neqebûlkirina xwe ya ji aliyê wezîr ve qebûl nekin.    TERCÎHA HILBIJÊR HDP YE    Tê gotin ku ji Qerejdaxa ango Wêranşarê bigire heta navçeya Çêrmûgê ya Amedê hilbijêrên li vê herêmê dimînin serbest bên berdan dê HDP’ê tercîh bikin.  Her wiha hilbijêrên ereb ên li Rihayê jî li dijî lîsteya AKP’ê bi bertek in û tê gotin ku dê dengê xwe bidin Partiya Îyî.