Leşkeran gundê Ogulpinar kirin biryargeh 2017-10-14 10:13:50 HATAY - Leşkerên TSK'ê di çarçoveya operasyona Idlibê de gundê Ogulpinarê yê Reyhanliyê kirin biryargeh. Li navenda navçeyê û li xea sînorê Navçeyê û Rêya Bejayî ya Antakya-Reyhanli gelek nokteyên kontrolê ava kirin.  Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), piştî gotina Serokê AKP'ê Erdoğan a "Em destûr nadin Kobana duyemîn" piştî 12'ê Cotmehê leşkerên xwe şandin Iblibê. İdlib'e girdi. Di çarçoveya operasyona Idlibê de TSK'ê li ser sînor nokteyên kontrolê ava kirin û gelek leşker û polîs li ser sînor bi cih kirin.    JI 10 KÎLOMETREYAN CAREKÊ NOKTEYA LÊGERÎNÊ AVA KIRIN    Kontrola zêde li ser rêya navbera Antakya Reyhanli de xwe nîşan dide. Li ser rêya navbera Antakya û Reyhanli de her ji 10 kilometreyan carekê noktela kontrol û lêgerînê avakirin. Li nokteyên kontrolê ku maşîneyên zirxî lê rawestiyane yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyan û Tevgera Taybet a Polîsan, li ser rê rawestiye û lêgerîn dikin. Yekîneyên Cendirme û polisan nasnameya rêwiyan li GBT'ê didin. Li Deriyê Sînor ê Cilvegozê jî çûn û hatina asayî heye.    LI NÊZÎ SÎNORÊ EFRÎNÊ BI CIN BÛNE   Li aliyê din li gundê Ogulpinarê yê Reyhanli jî leşker bi cih bûne. Leşkerên TSK'ê li vî gundî baregeh avakirine. Leşkerên Qereqola Hidûd a Ogulpinarê derdixin û derdbasî Idlibe dibin. Bi biryara Waliyê Hatayê rojnamegeran nêzî sînorê Hatay û Idbilê nakin. Li hemberî Bajarê Idlib û Efrinê gelek pergalên T-122 ên pir lûle yên roketan ava kirine. Leşkerên ku diçin Rehhanli jî li nêzî sînorê Efrinê hatine bicih kirin. Li Bakurê Idbilê jî zêdeyî 10 nokte hatin avakirin.    TSK BI HTŞ'Ê RE TEV DIGERE    Leşkerên TSK'ê, tevî komên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ya girêdayî El Nusra digerin û li Bakurê Idlibê bi cih bûne. Hat diyar kirin ku komên girêdayî El Nusra û komên din ên çekdar li ser sînorê Hatayê rawestiyane û bi fermana TSK'ê wan derbasî Sûriyeyê dikin.