Bersiva rûxandina peykerê biratiya azerî û kurdan: Em ê li Îdirê bikin 2-0 2018-05-27 09:04:43   ÎDIR – Li Îdirê, qeyûm peykerê Aştî û Biratiyê ku jineke kurd û yek azerî dest dabûn destê hevdu rûxand. Hevserokê HDP’yê yê Navçeya Tozanê Cemşît Bozyîgît ku azerî ye, bertek nîşanî vê yekê da û got, gelê azerî û kurd wekî goşt û neynûkê ne û dê li ser sindoqan bersiva vê yekê bidin.    Şaredariya Tozana Îdirê ya DBP’î di sala 2016’an de li navçeyê Peykerê Aştî û Biratiyê ku jineke kurd û yeke azerî bi dest hevdu girtine çêkiribû. Lê belê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, di serê Gulanê de peyker hat rûxandin. Hevşaredarê DBP’î Mehmet Gultekîn ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, bi polîtîkayên bi vî rengî berberîbûnê dixin nav civakê û got: “Îktîdar vê yekê bi zanebûn dike. Dixwaze bi vî awayî dengan bigire. Lê belê niha civak hatiye wê astê ku hindik maye biteqe. Dê di hilbijartinê de bi dengê xwe îktîdarê serobino bike.”    ÎKTÎDAREKE KU AŞTÎ Û BIRATIYÊ DITIRSE    Gultekîn, destnîşan kir ku wan di hilbijartinên di herêmî de tevî gelê kurd û azerî şaredarî bi dest xistiye û wan xwestiye bi çêkirina vî peykerî biratiye gelê kurd û azerî nîşan bidin. Gultekîn got: “Armanca peykerê aştî û biratiyê ev bû. Du jinan dest dabû destê hevdu û di destekî wan de meşaleya azadiyê hebû. Lê belê qeymeqam ev yek rûxand. Îktîdar û feraseteke ku ev qasî jî aştî biratiyê ditirse li tu deverî tune ye. Hem li Tozanê hem jî li Îdirê welatiyên me yên azerî bertekeke tund nîşanî vê yekê dan. Hîn jî didin. Em ê di 24’ê Hezîranê de bersiva vê yekê bidin û em ê bikin 2-0. Xebatên me bi ruhê 7’ê Hezîranê didomin û em ê encama ku me di 7’ê Hezîranê de bi dest xist dubare bikin.”    ‘BI RÛXANDINA PEYKER ARMANCA WAN EW BÛ KU BERBERÎBÛNÊ TÊXIN NAVA GELAN’    Hevserokê HDP’a Tozanê Cimşît Bozyîgît ku azerî ye, diyar kir ku ew peyker nîşaneya bihevrebûna herdu gelan bû, lê tehemulî vê yekê nekirin. Bozyîgît, anî ziman ku bo berberîbûn têkeve navbera gelê kurd û azerî peyker hatiye rûxandin, lê belê bi rûxandina peyker herdu gel hîn bêtir hevdu girtine.    Bozyîgît got: “Çi dikin bila bikin em wekî goşt û neynûkê ne. Em li ser heman sifreyê dixwin, em heman hewayê distînin û ev yek hîn jî didome. Yanî çi dikin bila bikin, dê nikaribin me ji hev veqetînin.” Bozyîgît, diyar kir ku dê gelê azerî li ser sindoqan bersiva vê yekê bide. Bozyîgît, got gel baş dizane ku ji bo çi ev peyker hatiye rakirin û ew ê di hilbijartinê de li Îdirê bikin 2-0.