ROJEVA 27'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-27 09:00:39     * Namzeta parlementeriyê ya rêza yekemîn a Îzmîrê ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku tekane partiya ku rejîma yek zilamî ji holê rabike HDP ye û got: “HDP li hemberî statukoyê, pergala nîjadperest, faşist û mîlîtarîst bi sekna xwe û hêviya ku dide îktîdarên heyî ditirsîne.”    * Li Îdirê, qeyûm peykerê Aştî û Biratiyê ku jineke kurd û yek azerî dest dabûn destê hevdu rûxand. Hevserokê HDP’yê yê Navçeya Tozanê Cemşît Bozyîgît ku azerî ye, bertek nîşanî vê yekê da û got, gelê azerî û kurd wekî goşt û neynûkê ne û dê li ser sindoqan bersiva vê yekê bidin.    * Nîhat Palandoken, bavê xwendekara lîseyî Helîn Palandoken (17) ku hat kuştin, li hemberî çekdarîbûna ferdî kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Heta niha 30 hezar kesî îmze avêtiye. Palandoken got, ji bo Helîneke din jî nemire, ew ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bide HDP’ê.    * Namzetên parlementeriyê yên Stenbolê yên HDP’ê, destnîşan kirin ku ew ê bibin dengê bindestan û ew ê bi hev re bitêkoşin.    * Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Alîcan Onlu, destnîşan kir ku herdu îtifaq jî dixwazin partiya wan di bin bendavê de bimîne û got: “Eger HDP di bin bendavê de bimîne, dê gelên Tirkiyeyê hemû winda bikin.”    * Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yeni Yaşamê ku duh na pêr dest bi weşana xwe kir Çagdaş Kaplan anî ziman ku îdiayeke wan a nû heye û got: “Di cihana çapemeniyê de em ji bo jiyaneke nû gavê davêjin.”    * Derûnas Ozkan Uc, destnîşan kir ku şer, krîza aborî û hilbijartina ku ji ber polîtîkayên îtifaqa AKP-MHP’ê rû dan derûniya civakiyî rûxandiye. Uc, anî ziman ku ji bo dawî li van tavmayan bê, divê aştiya civakiyî pêk bê û pergal biguhere.    * Namzetê parlamenteriya HDP’ê yê herî ciwan ku berî hilbijartinê 10 rojan dê bibe 18 salî Saffet Polat, diyar kir ku tim xeyal dikir ku di temenê biçûk de bibe namzet û got: “Xeyalên min pêk hatin. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku dengê xwe bidin HDP’ê.”   * Namzeta HDP’ê ya Agiriyê Kezîban Dumlu di 1990’an dema mala wan şewitandin ji Agiriyê koçî Bursayê kir. Niha jî Dumlu wek namzet vegeriya ser axa xwe. Dumlu got: “Em ê encama 7’ê Hezîranê dubare bikin û faşîzma AKP’ê biavêjin ser sergoyê çopê.”  * Esnafên bazarê yên Hatayê destnîşan kirin ku bi vê rewşa aborî, dê tu tişt neyên kirîn û firotin. Esnafan got: “Ne li dolar, li mazotê binere.”    * Rêxistina HDP'ê dê li gelek navendan bi tevlêbûna rêveber û namzetan belavokên hilbijartinê belav bikin, buroyên hilbijartinê vekin û esnafan ziyaret bikin. (13-00-18.00)    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, dê li navçeyên Esenyurt, Başakşehir û Bagcilarê yên Stenbolê tev li vekirinên buroyên hilbijartinê bibe. (13.00-18.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê li Kulturpark a Îzmirê di fitaran de bi gel re bê cem hev û bi hevre fitaran vekin. (11.00-20.30)