3 karker di 'cînayetên kar' de mirin 2018-05-27 08:26:17   NAVENDA NUÇEYAN - Li navçeya Gemlikê ya Bûrsa Guneş Agdemîr, li Çekmekoy a Stenbolê, Bekir Asili û li Bodruma Muglayê de jî Civan Kahraman di "Cînayeta Kar" de mirin.    Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), li ser hesabê twîtterê yê navnîşana @guvenlicalisma agahiyên "Cînayetên kar" parve kirin û diyar kir ku li navçeya Gemlikê ya Bûrsayê karkerê înşaetê ya 34 salî Guneş Agdemir ji înşaetê ket xwar û jiyana xwe ji dest da.    Meclîsê diyar kir ku Li Navçeya Çekmekoy a Stenbolê jî karkerê 47 salî Bekir Asili yê di Qanala Av û Kanalisazyonê (İSKİ) de dixebitî di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da.    Meclîsê li ser heman hesabê da zanîn ku li navçeya Bodrum a Muglayê jî karkerê 20 salî Civan Kahraman jî dema li otelekê garsonî dikir û paqijî dikir bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.