'Wan ken bi me dan ji bîrkirin, divê bên cezakirin' 2017-10-14 09:47:05 ŞIRNEX - Li Silopiyayê panzêra ku dîwarê malê rûxan û di 2 birayên di nava cih de razayî qetil kir. Doza ku der barê 2 polîsên kujer de hatibû vekirin dê runiştina yekemîn di 17'ê Cotmehê de bê dîtin. Bav Mesut Yildirim banga tevlêbûna dozê kir û wiha got: "Divê berpirsyarên ku em ji jiyanê sar kirin û ken bi me dan ji bîrkirin bên cezakirin û divê cezayê ku wan heq kiriye bidin wan. Di 3'yê Gulanê de li taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê panzêra aydê dewleta tirk dîwarê malekê rûxandibû û 2 birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên di odê de razayî qetil kiribû. Doza ku der barê polîsê bi navê Omer Yegît û amîrê bi navê Murat Maden ê ew peywirdar kiribû de, dê di 17'ê Cotmehê de bê dîtin. Doza bi sûcdariya "Bi texsîrî ji kesekî zêdetir mirov kuştine" hat vekirin ji 2 salan heta 15 salan ceza ji 2 polîsan re tê xwestin. Doz dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê saet di 13.00’an de bê dîtin.    Bavê zarokan Mesut Yildirim der barê dozê de axivî, bang li raya giştiya ku heta niha ew tenê nehiştine kir û xwest di rûniştinê de amade bin.   ‘VÊ BÛYERÊ KEN BI ME DA JI BÎRKIRIN’   Bav Yildirim destnîşan kir ku wan hêj xwe ji xemgîniya vê bûyerê rizgar nekiriye û wiha got: "Em ji armanc û jiyana xwe sar bûn. Em naxwazin bikenin. Bandor li ser kenê me jî kir. Dibe ku ev bûyer bê serê her kesî jî, cîgera me şewitî bila ya kesî neşewite. Ev êşeke ew qas mezin e ku em naxwazin kesên ev êş bi me dan kişandin jî vê êşê bikişînin."   ‘MEDÊ DI 23'Ê COTMEHÊ DE ROJBÛNA FURKAN PÎROZ KIRA’   Yildirim da zanîn ku ji bo rûyên zarokên xwe ji bîr neke, her dem di telefonê de li sûretê wan mêze dike û ev tişt got: "Ruxmê vê êşê jî ez her dem li wêneyên wan mêze dikim. Em bi malbatî perîşan kirin. Di vê demê de kekê min û dayika min ji ber xemgîniyê emelyata dil derbas kirin. Em ji jiyanê edî hez nakin. Mirin jî min natirsîne. Ew ji bo me gelekî taybet bûn, heke Furkan jiyana xwe ji dest neda, di 23'yê vê mehê de (cotmehê) rojbûna wî bû. Meyê rojbûna wî pîroz kira."   ‘EM TENÊ EDALETÊ DIXWAZIN’   Yildirim diyar kir ku divê berpirsyar bên ceza kirin û got ku "Tenê daxwaza me ev e, ne rojek zêde û ne rojek kir. Cezayê wan çi be bila bidin wan. Em edaletê dixwazin."