HDP'ê li Wanê proveya 24'ê Hezîranê kir 2018-05-26 19:46:21     WAN - Gelê wanê ji bo namzetên parlamenterên HDP'ê pêşwazî bikin, ji kolan, tax û navçeyan herikîn û bi karwanek gelek mezin namzet pêşwazî kirin. Gelû ku lehî û herikî pêşiya karwan, bi coşek mezin namzet pêşwazî kir. Meşa ku piştre  bû wekî mîtînga xwezayî da nîşan ku gelê Wanê ji niha de ji hilbijartina 24'ê Hezîranê re amade ye.    Rêxistina HDP'ê ya Wanê, bi coşek mezin û tevlêbûnek pir zêde namzetên parlamenterên HDP'ê pêşwazî kir û da nasîn. HDP'a Wanê bi coşek mezin û karwanek dûr û dirêj namzet pêşwazî kir û piştre da nasîn. Di saetên nîvro de girse li ser duriyana Westan û payizava kom bûn û namzetên xwe pêşwazî kir. Piştî karwan gihişt Wanê hêjmara manîneyan gihişt hezaran. Piştî karwana mezin hemû rê girt, polîsan li ser rêya Şaredariya Çiçeklî rê li trafîkê girt destûr nedan maşîne biçin û bên. Piştî endamên HDP'ê polîs şermezar kirin, polîsan destûr da ku yek şarîda rê bikar bînin. Piştî demekê dîsa karwan li hemû şerîdê rê belav bûn û ketin Wanê. Karwana HDP'ê ku namzet di navde li nava Wanê ji aliyê deh hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Gel ji kolan, tax û kuçeyan herikîn û karwan pêşwazî kir.    Karwana Namzetê Parlemterên HDP’ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Tayyîp Temel, Mûkades Karakoç û Asûman Yilmazer ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Bi hezaran kesên ku nerazîbûn nîşanî mîtînga AKP’ê ya li qadê tê kirin dan, li ser rê bi dirûşim û çepikan piştgirî dan konvoya HDP’ê. Girseya ku li Qada Beşyolê kom bûn dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Bi deh hezaran welatiyên hatin Qada Beşyolê namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê pêşwazî kirin. Alîkara hevseroka DBP’ê Hacar Ozdemîr li gel hevşaredarên ku ji aliyê AKP’ê ve hatine dagirkirin derketin ser otobusê û axivîn.    'EY SULEYLAN SOYLU KÎ XELAS BÛ?'    Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, bal kişand ser polîtîkaya AKP’ê ya 16 salan û diyar kir ku wê HDP di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ji hilbijartina 7’ê Hezîranê zêdetir deng bidest bixe. Dede, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriyê da destpêkirin. Lê Serokê AKP'ê Erdogan ev pêvajoya xerakir. Em dê bi derxistina 8 parlementer bersîvê bidin Erdogan." Dema Dede bal kişand ser Ocalan girsê bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir. Dede, bal kişand ser sozên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî û wiha got: "Soylu di nîsana borî de got 'em dê PKK'ê xelas bikin. Lê çi bû? Em xelas bûn? Kî xelas bû? Kî li vir e? Ey Soylu kî xelas bû?"      Parlemetera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe jî axivî û diyar kir ku wê namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi dengê gel bê azadkirin û got: “Weke her demê wê di vê hilbijartinê de dîsa serî li hîle û fêlbaziyan bide, lê hûnê rê nedin vê. Divê gelê me rê nede vê yekê.   AKP'Ê DI 16 SALAN DE WELAT XIST NAVA KAOSÊ    Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî jî herî dawî axivî û diyar kir ku AKP'ê di 16 salan de welat xist nava kaosê û wiha got: "Eger hûn deng bidin me em ê aramî û aştiyê pêş bixin."     Piştî axaftinan namzetên parlamenterên HDP'ê Tayip Temel, Bedia Ozgökçe Ertan, Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, Mukaddes Karakoç û Asuman Yilmazer derketin ser dikê û gel silav kirin.    Merasim bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.