Temellî: Werin em bi hevre li mafê xwe bigerin 2018-05-26 17:28:13   STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Stenbolê buroyên hilbijartinê vekir û saziyên elewiyan ziyaret kir. Temellî, anî ziman ku elewî, ermenî û kurd bi sedan salan in mafê wan tê binpêkirin û got: “Werin em bi hevre li mafê xwe bigerin."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilibjartinê de li navçeya Îkitellî cemxaneya elewiyan ziyaret kir. Temellî, li cemxaneyê malbata ku cenazeyê wan hebû ziyaret kir û sersaxî ji malbatê re xwest. Temellî di ziyaretê de bi malbatê re sohmet kir û li ser hilbijartina 24'ê Hezîranê axivîn. Temellî li cemxaneyê ji aliyê elewiyan re rastî eleqeyek mezin hat. Serokê Cemxaneya Îkitellî Bekîr Guler, diyar kir ku yekem car serokê partiyek siyasî wan ziyaret dike û got: "Em spas dikin. Elewî, kurd û ermenî mafê wan tê binpêkirin.  Em dê hemû malbat di 24'ê Hezîranê de bi hevre li mafê xwe bigerin û dengê xwe bidin HDP'ê."    'WERIN EM BI HEVRE QANÛNA BINGEHÎN BINIVÎSIN'   Temellî, der barê rewşa elewiyan de axivî û wiha got: "Civaka ku herî zêde dewletê mexdûr kiriye civaka elewî ye. “Siyazet ewe ku hemû civak tevlê bibe. Emanetê civakê ye. Werin em bi hevre tevli siyasetê bibin û em bi hevre li mafê xwe bigerin. HDP ji bo vê yekê bingehek e. Em hemû kesî dawetî lêgerîna mafan dikin. Em bi hevre siyaseta demokratîk mezin û dewlemend bikin. HDP sîwana ku hemû kes bi hevre bijî ye. Hesreta me Komara Demkokratîk hemû ziman, çand û nasname bi hevre bijî ye. Werin em piştî 24'ê Hezîranê bi hevre Make Qanûna xwe ava bikin û binivîsin. Em elewî, kurd, ermen^Fi bi hevre li mafê xwe bigerin."   BUROYA HILBIJARTINÊ LI FATÎHÊ VEKIRIN   Temellî piştî ziyareta Cemxaneyê Buroya Hilbijartinê ya Nîşanca ya Rêxistina HDP'ê ya Fatihê, bi merasimekê li taxa Fatih Katip Kasım vekirin.  Li vir Temelli bi girseyî hat pêşwazîkirin. Temellî qurdeleya buroyê bi zarokên biçûk re birî.    Temelî piştre bi konvoyekê derbasî taxa Koca Mustafa Paşa ya Aksarayê bû. Dema karwana HDP’ê derbas bû her kesî bi çepikan û tilîlîyan piştgirî dan karwanê. Temellî li vir jî bi girseyî hat pêşwazîkirin.    Temellî piştre derbasî Aksarayê bû.