Ozel: Qanûna tecawizê kiras guherî 2017-10-14 09:29:08 AMED – Wekîla CHP'ê Gunul Ozel der barê qanûna muftîtiyê de axivî û diyar kir ku qanûna ku berê dixwestin bînin, lê ji ber itirajên jinan paşve kişandin û got ku "qanûna tecawizê" kiras guheriye, ji bo jin pêşeroja xwe biparêzin divê kuçe û kolanan tije bikin. Ozel daxuyaniyên Erdogan jî wekî fermanda ku daye Meclisê pênase kir. Hikumeta AKP'ê bi "Pêşnûmeya Qanûnî ya Di Hin Qanûnan de Guhertin û Qanûna Xizmetên Nifûsê" re dixwaze muftî jî mera jin û mêran bibirin, piştî nerazîbûnên jinan li divî vê qanûnê zêde bûn, hevdîtina li Lijneya Giştî ya Meclisê hefteyekê paşve hat xistin. Bertekên tevgerên jinan di vî warî de gelek zêde bûn, lê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan li qadan daxuyaniyên "Derdikevin qadan merê naxwazin. Hûn bixwazin jî û nexwazin jî dê ev sererastkirn di meclisê re derbas be" dide.   ‘QANÛNA TECAWIZÊ KIRAS GUHERÎ’   Seroka Baskên Jinan a Koordînasyona Jinên Bajêr a Amedê ya CHP'ê Gunul Ozel der barê qanûn, axaftinên Erdogan û xetereyên qanûnê de axivî. Ozel aşkera kir ku qanûna muftîtiyê pêşî li zewaza di temenê piçûk de vedike, ev qanûn ji bo êrîşên zayendî rewa bikin tê derxistin. Ozel qanûna ku wekî "qanûna tecawizê" hatibû pênasekirin û jinan li dijî wê berxwedaneke mezin da nîşan jî bi bîr xist û wiha got: "Qanûna muftîtiyê qanûna ku kirasê xwe guhertî ye. Naveroka wê heman tişt e."   ‘QANÛNEKE BI GOTINÊ VE GIRÊDAYÎ YE’   Ozel der barê naveroka qanûnê de jî axivî û destnîşan kir ku dema dibêjin qanûna muftîtiyê, meleyê li gundekî herî piçûk jî dikare mehrê bibire û wiha pê de çû: "Dê ev rewş jî pêşî li zewaca duyemîn û sêyemîn veke. Dê êrîşên zayendî zêde bin. Dê bi vê qanûnê hemû tiştî rewa bikin. Dîsa tiştekî xil û xarî heye, dema li malê zarok welide serî li miduryetên nufûsê bidin beyî belgeyeke fermî dê bi beyanê nasnameyê derxin. Ev rewşeke gelek xeter e û dê pêşî li sextekariyê veke. Jinên ku bi êrîşa zayendî re rû bi rû bimînin, dê bi zorê wan bidin zewicandin. Ji ber ku tênê bi beyanê bûye. Dê bi beyanê ji zarokan re nasnameyê derxin. Ev jê dê bi xwe re gelek xetereyan bîne."   Ozel got ku "Dixwazin jinan bê hêz û bê bandor bikin" û bang li jinên AKP'î kir ku piştgiriyê nedin qanûnê û erê nekin. Ozel piştî xetereyên qanûnê bi bîr xist, bang li jinan jî kir û da zanîn ku divê jin ji bo pêşeroja xwe derkevin qadan û her derî digirin û diyar kir ku divê hemû jin ji bo zarokên xwe yên keç tê bikoşin. Ozel derbirî ku dengekî bi hêz dê gelek tiştan biguherîne, xwest hemû jinên HDP, CHP û MHP'ê yên li Meclisê li dijî vê qanûnê bibin yek, ji ber ku qanûn hemû jinan hedef dide nîşan.    ‘ERDOGAN FERMAN DA MECLISÊ’   Ozel bertek nîşanî gotinên Erdogan ên wekî "Hûn bixwazin jî nexwazn jî dê ev qanûn ji Meclisê derbas be" jî da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez ji van axaftinên Erdogan re ecêb nemam. Axaftinên wî yên her demê ne. Ev axaftina wî fermana ji bo Meclisê ye."