ÎHD’ê li Êlih û Edeneyê kongre li dar xistin 2018-05-26 16:16:51   ÊLIH / EDENE - Şaxên ÎHD'ê yên Êlih û Edeneyê kongreyên xwe li dar xistin û rêveberiyên nû hilbijartin.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê, Kongreya xwe ya Asayî ya 12’emîn li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Êlihê li dar xist. Wêneyên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, xizmên windayan û kesên li Cizîrê hatin şewitandin, bi salona kongreyê ve hatin daliqandin. Gel partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûn û piştî deqeyek rêzgirtinê kongreyê dest pê kir.    HIQÛQA MAFÊ MIROVAN GERDÛNIYE   Piştî avakirina dîwanê Serokê Şaxa ÎHD’ê Parêzer Mehmet Bagatir, axivî û wiha got: “Têkoşîna mafê mafê mirovan meşrûye û hiqûqa mafê mirovan gerdûniye. Ji ber binpêkirinên mafan ên li Tirkiye û Kurdistanê demokrastî pêş nake û tim tê astengkirin. Bêguman mafê mirovan tenê Kurdan eleqeder nake, hemû kesê eleqeder dikin. Heya demokrasî pêş bikeve, em ê mafê mirovan ên gerdûnî biparêzin.”   Piştî dengdana yek lîsteyê, Devran Yildiz, Ercan Başar, Rumeysa Denîz Kaya, Ruken Ekîncî, Ahmet Demîr, Fahrettîn Asutay, Mahfuz Akgul, Şehmuz Azboy, Abdurrezak Katmaz û Hîkmet Eroglu ji bo rêveberiya Şaxa ÎHD’ê hatin hilbijartin.   EDENE   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê jî 16’emîn kongreya xwe li Navenda Çandê ya Yaşar li dar xist. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, namzetên HDP’ê yên Edeneyê û gelek kes beşdar bûn. Pankartên “Mirov bi mafên xwe mirov e”, “Ji tecrîd û îşkenceyê re na”, “Jina azad û civaka azad” û “Hemû kes cuda ye û hemû kes wekhev e” daliqandin. Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dan rêzgirtin pêk hat.    Keskîn û namzetên HDP’ê axaftinên kurt kirin û bal kişandin ser rewşa mafê mirovan.    Piştî xwendina rapora xebat û malî hilbijartin pêk hat û 7 kes ji bo rêveberiya nû ya hilbijartinê hatin bijartin. Dê di rojên pêş de Şaxa ÎHD’ê peywîra rêveberiya xwe diyar bike û û serokê şaxê bijêre.