‘Ampûlê reşke, aştiyê xweşke’ 2018-05-26 15:57:42   RIHA - Namzetên parlamenteriya HDP’ê yên Rihayê ku xebatên hilbijartinê berdewam dikin, li Taxa Dutluca ya navçeya Hewag buroya hilbijartinê vekirin. Welatiyên navçeyê bi dirûşmeya “Ampûlê reşke, aştiyê xweşke” namzet pêşwazî kirin.    HDP bi tempoyek mezin xebatên hilbijartinê yên li bajar û navçeyan berdewam dike. Yek ji van bajaran jî Rihaye. Rêxistina HDP’ê ya Rihayê li navçeya Hewag buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş, namzetên parlameteriya HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Roza Yazmaci, Şerîf Bendaş û Îsmaîl Tellî beşdarî vekirina buroyê bûn.    Destpêkê li taxa Yaylak buroya hilbijartinê hat vekirin. Dûre bi tevlîbûna  bi sedan welatiyan konvoya wesayîtan hat avakirin û li navçeyê tûr avêtin. HDP’ê ji aliyê welatiyên navçeyê ve bi nîşaneya serkeftinê, berz kirin a tilîlî û fîtikan hatin pêşwazî kirin. Piştre li ber buroya hilbijartinê yek bi yek namzetên partiyê ji bo gel hatin nasandin. Piştî axaftinên li vê derê hatin kirin, buroya  hilbijartinê hat vekirin.    Dûre parlamenter Erdogmuş û namzetên parlamenteriyê derbasî Taxa Dutluca bûn û buroya hilbijartinê ya vê derê jî vekirin. Niştecihên taxê HDP’î bi dirûşmeya ‘Ampûlê reşkin, aştiyê xweşkin” pêşwazî kirin.