ÎHD: Guneş ê nexweş serbest berdin 2018-05-26 15:55:27   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo girtiyên nexweş di hefteya 322'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş Halîl Guneş azadî û edalet xwestin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û ji bo wan edaletê bixwaze di hefteya 322'an de li Qada Galatasarayê çalakî pêk anîn. Komîsyonê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Halîl Guneş û xwestin Guneş bê berdan. Ewil Dotmama Guneş Ayşe Aksoy axivî û li ser rewşa Halil Guneş rawestiya. Aksoy, xwest hemû girtiyên nexweş demek berî demekê bê berdan.    Piştre endama ÎHD'ê Gonul Sonbahar daxuyanî xwend û wiha got: "Halîl Guneş di 2'ê Çileya 1993'an de hêj 23 salî bû hat girtin. 25 salin girtî ye. Bi nexweşiya hestî û kezebê ye. Li dijî mirinê têkoşîna hebûnê dide. Ji roja hatiye girtin heta niha 15 girtîgeh guhert. Niha li girtîgeha Tîpa D a Amedê ye.  Nihake bêhnê bistîne.    Sonbahar, ani ziman ku şaxa ÎHD'ê ji ber mafê jiyanê yê Guneş hatiye îhlalkirin, bi daxwaza berdana Guneş kampanya îmzeyan dan destpêkirin û 10 hezar îmze kom kirin.Di 11'ê Adara 2014'an de dan  AYM'ê û xwestin Guneş bê berdan.