ÎHD: Bila girtiya nexweş Surreya Bulut bê berdan 2018-05-26 15:24:13   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê di hefteya 434’an de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Sureyya Bulut a rewşa wê giran û xwest bê berdan.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di hefteya 434’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ber avahiya Serokwezîriyê ya li navçeya Konakê li dar xist. Endam û rêveberên ÎHD’ê berteka xwe bi pankart û dovîzan nîşan dan û rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyanî da.    Çîçek anî ziman ku Tirkiye ber bi hilbijartinek din ve diçe û tu siyasetmedarek êşa li girtîgehan ji nedîtî ve tê û wek ku rastiya li girtîgehan nîn be tevdigerin. Çîçek diyar kir ku nêzî 250 hezra girtî li Tirkiyeyê hene û bertek nîşanî daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên ji bo berdana serokên rêxistinên sûckirine da.   ‘ÎŞKENCE LÊ TÊ KIRIN’    Çîçek bal kişand ser rewşa girtiya nexwe Surreya Bulut a giran ku di Girtîgeha Jinan a Gebzeyê de dimîne û got: “Bulut di 1994’an ve bi giranî birîndar tê girtin. Bêyî ku rewşa baş bibe wê dişînin girtîgehê. Heta dibin nexweşxaneyê, ji çavê xwe yê rastê dibe. Çavê wê çepê jî li ber korbûnê ye. Her tim serê wê diêşe û ji ber êşê tadê dikişîne. Di bedena wê de hêj parçeyên şarapnelê hene û dema hewa sar dibe êşê dide canê wê. Li girtîgehê hêj îşkence li Surreya Bulut tê kirin. Em hemû civakê ji bo girtiyên nexweş vedixwînin xwedî derketinê. Di serî de ji bo Bulut û hemû girtiyên nexweş divê rayedar bikevin tevgerê û wan berdin.”    Piştî 5 deqîqe çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.