Dozger ji xwendekarên pankart vekirin re 105 sal ceza xwest 2018-05-26 15:23:36 STENBOL – Dozger, îdîanameya der barê 13 jê girtî 21 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên bi fermana Serokê AKP'ê Erdogan doz li wan vekir, amade kir. Dozger li xwendekarên ku pankarta “loqimê komkujiyê nabe" vekirin 105 sal ceza xwest.  Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî di 19'ê Adare de li dijî koma provokator a “Loqimê Efrinê" vekiribûn, pankarta "Loqimê komkujiyê nabe" vekirin. Piştî Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan di weşana zindî de ferman da û xwest xwendekar bên avêtin, 21 xwendekar hatibûn binçavkirin û jê 13 xwendekar hatibûn girtin. Serdozgerê Komarê yê Stenbolê der barê 21 xwendekaran de bi fermana Serokomar Erdogan lêpirsîn dabû destpêkirin û piştre doz vekir. Dozger îdîaname amade kir û pêşkêşî 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê kir. Dadgehê îdîaname qebûl kir. Dozger bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine" doz vekir û ji bo her xwendekarekî di navbera 1 - 5 salan de ceza xwest. Dozger parast ku xwendekaran pankarta “Loqimê dagirkirin û komkujiyê nabe." vekirin û dowizên “Em li dibistana xwe OSOVAN'an naxwazin" û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" rakirine. Dozger disa îdîa kir ku xwendekaran di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Qesr şer û gel aştiyê dixwaze", “Ji şer re na, aştiyê hema niha" “Qatil AKP, hevkar OSO”, “Bijî biratiya gelan" û “AKP'ya qatil dê hesap bide" berz kirine.    Dozger der barê xwendekaran de bi giştî 105 sal ceza xwest. Danişîna xwendekaran dê di 6'ê Hezîranê de li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin.