Yuksekdag: Jin dê bijin TEMAM 2018-05-26 15:16:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, li ser hesabê medya civakî peyama “Jin dê di 24’ê Hezîranê de, li dijî faşîzmê, zayendperestiyê û homofobiyê bêjin TEMAM” parve kir.  Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya berê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtiye, piştî demek dirêj bi navbeynkariya parêzeran li ser hesabê medya civakî Twîtterê carek din peyam şand.    Yuksekdag di peyama duh parvekir de wiha got: “Êdî ketilek min jî çêbû @hdpdemîrtaş:) Ji Kandirayê xebatên hilbijartinê bê navber dê berdewam bike. Bi heskirin û piştevaniyê.”  Yüksekdag îro jî di peyama şand de wiha got: “Dîsan di lîsteya namzetên HDP’ê de herî zêde jin hene! Jin dê di 24’ê Hezîranê de li dijî faşîzmê, zayendperestiyê û homofobiyê bêjin TEMAMA. #KadınlarlaDeğişir”