Dayikên Şemiyê ji bo neferên malbata Bulut edalet xwest 2018-05-26 14:51:13 STENBOL – Dayikên Şemiyê di 24’emîn salvegera windabûna Fahrî, Mustafa, Alî, Ekrem û Ramazan Bulut de daxwaza edaletê kirin û xwestin der barê bûyerê de ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin.  Dayikên Şemiyê di hefteya 687’emîn de çalakiya “Kiryar diyar in, winda li ku ne” li Qada Galatasarayê li dar xist. Gelek dayik, xizmên windayan û parêzvanê mafê mirovan tev li bûn. Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Keresttecîoglu jî beşdarî çalakiyê bû. Polîsan xwest li ser Kerestecîoglu lêgerînê bike û nasnameya wê jê xwestin. Kerestecîoglu li dijî rewşê nerazîbûn nîşan da û nehişt polîs lêgerînê bikin.    Wêneyên windayan li erdê raxistin û hildan û qurnefilan danîn ser wêneyan. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Fahrî, Mustafa, Alî, Ekrem û Ramazan Bulut ên di 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê hatin windakirin pirsîn.    '23 SALÊN DIN JÎ BILA LI VIR DERBAS NEBE’    Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu ewil axivî û got: “Em dibêjin 5 mirov. Sibê 23’yemîn salvgera windabûna wan e. Em naxwazin 23 salên din jî liv ir rûnên. Em edaletê dixwazin.”    ‘EM QATILÊ ZAROKÊN XWE DIXWAZIN’    Dayika rojnameger Ferhat Tepe ê di 1993’an de piştî binçavkirin û winda bû Zubeyde Tepe axivî û got: “23 sal e em li vir in. Em ji bo edaletê li vir in. Em qatilên zarokên xwe dixwazin. Vî dengê me nabihîzin? Heta edalet were em ê li vir bin.”    ‘MIN LI VIR JIYANÊ NAS KIR’    Keça Huseyîn Taşkaya yê di 1993’an de hat windakirin Serpîl Taşkaya jî got: “Dema bavê min windakirin, ez 8 salî bûm. Min jiyanê li vê qadê nas kir. 23 sal ez di nav têkoşîna li vir de cih digirim. Her çiqas bêjin faîlê ne diyar jî lê faîl diyar in. Em hestiyên xwe dixwazin. Bila me nekin amûra siyaseta xwe ya qirêj.”    NAMEYAN XWENDIN    Pişt re nameyên hevjînên Fahrî û Mustafa Bulut yên ji Amedê şandin hatin xwendin. Nameya hevjîna Fahri Bulut Salîha Bulut ji Mirovên Şemiyê Leman Yurtsever û nameya hevjîna Mustafa Bulut Dîlber Bulut jî ji mirovên Şemiyê Nîmet Tanrikulu xwend.    EDALET XWEST Û DAXWAZA LÊPIRSÎNEK NÛ KIR    Daxuyaniya hefteyê ji mirovên Şemiyê lîstikvan Nur Surer xwend û got ku ew di salvgera windakirinê de ji bo malbata Bulut edaletê dixwazin û behsa çîroka windabûna neferên malbata Bulut kir. Surer destnîşan kir ku rayedarên dewletê binçavkirina neferên malbata Bulut înkar kir û xwest ji her 5 neferên malbata Bulut lêpirsîn ji nû ve bê destpêkirin.