Şer di navbera Heşdî Şabî û pêşmergeyan de derket 2017-10-14 09:16:27 NAVENDA NÛÇEYAN -  Li navçeya Xûrmato ya Kerkûkê hêzên Heşdî Şabî, piştî şerê demkî yê bi hêzên pêşmergeyan re avahiya YNK’ê û depoyên genim dorpêç kirin. Aloziya di navbera artêşa Iraqê, Heşdî Şabî û hêzên pêşmerge yên li Kerkûk û derdora wê de,  şevê din li Xûrmato veguherî  şerekî demkî. Piştî şer, nîvê şevê hêzên Heşdî Şabî vê carê avahiya YNK’ê ya li ser rêya Bexda û depoyên genim yên ku di destê pêşmerge de û xwedî cihekî staratejîk dorpêç kirin.   Hat diyarkirin ku di navbera hêzên Haşdî Şabî û pêşmergeyan de li avahiya YNK’ê û depoyên genim yên ku hatine dorpêçkirin dem deman gule tê barandin. Li ser gule avêtina Haşdî Şabî hêzên pêşmerge jî bersiv didin.   Şevê din li taxa Hey Cemîle ya Xûrmato li bendekî ya polîsan ji aliyê hêzên Heşdî Şabî ve bombeyek hatibû avêtin û piştre şerekî 2 seatan derket.   Têkildarî encamên şerê di navbera hêzên Heşdî Şabî û hêzên pêşmerge de agahiyek zelal ne hat bidestxistin.