Ji ber wêneyê Kobanê rastî 1 sal û 3 meh ceza hat 2017-10-14 09:15:35 ÇEWLÎK - Rêveberê HDP'ê yê Çewlikê Metîn Keçaş yê ku dawetnameyên Newroza 2016'an belav dikir, bi îdîaya wêneyê Kobanê yê li ser dawetnameyê "propaganda rêxistinê kiriye" rastî 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat.  Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê di Newroza 2016'an a Çewlikê de, dawetnameya ku wêneyê Kobanê yê piştî erîşên DAÎŞ'ê hatiye kişandin li ser heye belav kir. Rêvberê HDP'ê yê yê Navçeya Adakli ya Çewlikê Metîn Kaçeş bi sedema ku dawetnameya Newrozê ya ku wêneyê Kobanê ku şervanekî YPG'î li ser baniyekî Kobanê temaşe dike heye belav kiribû di 12'ê Adara 2016'an de li navçea Gêxî hatibû binçavkirin û girtin. Metin Kaçeş 3 mehan girtî mabû û der barê wî de doz hatibû vekirin. Heyeta dadgehê der barê Metîn Kaçeş de bi îdîaya propaganda rêxistinê kiriye 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Rûniştina dozê ya Kaçeş, li 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Çewlikê hatdîtin.  Dozger di îdîanameyê de îdîa kir ku wêneyê şervanê YPG'ê endamê PKK’ê ye û bi vî rengî wekî delîla "Endamtiya rêxistinê" nîşan da. Keçaş,  li dadgehê îdîayên der barê xwe re red kir û parast ku wî ji bo banga Gel a Newrozê bike Dawetnameya Newrozê belav kiriye. Heyeta 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çewlikê di 11'ê Mijdara 2016'an de biryara 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê  da. Heyetê dîsa biryar da ku Keçaş heta 5 salan di kontrola venêrtinê de be. Li ser îtîraza parêzeran doz şandin Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Erziromê. Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Erziromê jî biryara dadgeha herêmî erê kir û biryara ceza erê kir. Heyeta dadgehê bi îdîaya bi vî wêneyî "Propaganda rêxistinê kiriye" 1 sal û 3 meh ceza birî.