Çîroka îşkence, koçberî û xizaniyekê: Dîrok guherî, gund guherî lê… 2017-10-14 09:14:18 COLEMÊRG – Ji gundiyên ku li Şapatanê îşkence li wan hat kirin, 7 jê zarokên Fatma Şengul in. Fatma Şengul jî hevjîna cerdevan Siddik Şengul e ku di sala 1994’an de tevî 11 cerdevanan hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatibû wergirtin. Şengul ku jiyana wê di nav xizanî, koçberî û îşkenceyê de derbas bûye wiha got: “Ne cerdevantiya hevjînê min û ne jî hatina me ya vî gundî tu tişt neguherand.”  Di 6’ê Tebaxê de 300 polîsên taybet avêtibûn ser gundê Şapatan ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê. Yek ji wan jinên ku bû şahidê wê îşkenceya tîmên taybet jî Fatma Şengul a 62 salî ye. Wê şevê li ber çavê Şengulê îşkence li 7 zarokên wê tê kirin. Şengula ku jiyana wê di nav îşkence, koçberî û xizaniyê de derbas bûye hevjîna cerdevan Siddik Şengul e ku di sala 1994’an de tevî 11 cerdevanan hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatibûn wergirtin.    Di 24’ê Tîrmeha 1994’an de li mezrika Ormancik a gundê Begaltê operasyoneke leşkerî tê lidarxistin û leşkerên Tabûra Ewlehiya Hundur a Derecîkê 12 cerdevanan binçav dikin. Ji van cerdevanan yek jê jî hevjînê Şengulê ye.    23 SAL IN EV PIRS TÊ KIRIN: WINDAYÊN ME LI KU NE?    Şengul, dest nîşan kir ku bi salan cerdevantî li wan hat ferzkirin û wê demê sirf ji bo ji zext û zoriyan xelas bibin hevjînê wê û gelek gundiyan cerdevantî qebûl kiriye. Şengul, bi bîr xist ku hîn jî aqûbeta 12 cerdevanên ku dewlet çek daye wan nayê zanîn û wiha domand: “23 sal in ez û zarokên xwe heman pirsê dikin; windayên me li ku ne? Lê bersivek tune ye. Piştî ku hevjînê min û 11 gundiyên din birin tabûrê, êdî me tu agahî ji wan wernegirt. Der barê fermandarê ku hevjînê min bir de, nehiştin lêpirsîn jî bê destpêkirin. Kesek jî nehat darizandin. Eynê wek kesên ku nîvê şevê avêtin ser Şapatanê û bi keraneyan deriyên me şikandin, 23 sal berê bi ser gundê me de hatibû girtin. Wê rojê kevir li ser kevir nehiştin. Li gund çek xistin destên mêran û xwestin wan daxilî operasyonan bikin. Lê belê gundiyan nexwest biçin û li ber xwe dan. Li meydana gund li ber çavê jin û zarokan gundiyê me yê bi navê Aşûr Şeçkîn bi îşkenceyê kuştin. Qethiyen ez wî ji bîr nakim. Em mecbûr man em tevî zarokên xwe ji gund derkevin.   ‘TEVÎ 10 ZAROKÊN XWE BI RIYAN KETIM’   Ji ber îşkenceyê zarok ji ber hin jinan çûn. Piştî ku desteserkirin, li ber çavên me agir berdan malên me û me ji gund derxistin. Me xwe avêt dexla wan ku em li Şemzînanê li cem xizmên xwe bimînin, lê ji me re gotin ‘Divê hûn li vî welatî nemînin, biçin.’    NIHA WÊ KÎM HESABÊ VAN ÊŞAN BIDE?    Şengul, diyar kir ku wan û 60 malbatî pêşî berê xwe daye Kampa Halêl a Kurdistana Federe û wiha got: “Wê demê kurê min ê 2 mehî niha 23 salî ye. Bavê xwe qet nedît, nas nekir. Li Iraqê em li gelek kampan geriyan. Tenê fîstanek li ser min hebû û min bi şev ew ji ser xwe derdixist û bi ser zarokên xwe dadikir. Ji bo wan ji mêş û dûpişkan biparêzim. Niha wê kî hesabê van êşan bide? Hin şevan min bi pelên daran zarokên xwe têr dikir.”    'SAL DERBAS BÛN, LÊ TIŞTEK NEGUHERÎ’    Şengul, anî ziman ku piştî bi salan di dema Tansû Çillerê de bi helîkopteran kaxezên li ser “Êdî hûn dikarin vegerin” hatine avêtin û ji wê demê wan berê xwe daya herêmê û li gundê Şapatanê bi cih bûne. Şengul ev tişt gotin: “Em di dema Tansû Çîller de hatibûn derxistin. Piştî çend salan şûnde destûr hat dayîn ku em vegerin welatê xwe. Lê ne cerdevantiya hevjînê min û ne jî hatina me ya vî gundî tu tişt neguherand.”    'MIN ÎŞKENCEYA KU LI 7 ZAROKÊN MIN HAT KIRIN TEMAŞE KIR’    Şengul anî ziman ku, dema polîsên taybet avêtiye ser gundê Şapatanê, di nav kesên îşkence li wan hat kirin 7 zarokên wê jî hebûne û di dema îşkencekirinê de wê dîmena îşkenceya 1994’an hatiye ber çavê wê. Şengul ev tişt gotin: “Tenê ferqek di navberê de hebû. Dema hevjînê min birin nav rojê bû. 4 kurê min li malên cuda dijiyan. Ez û 3’yên din li heman malê ne. Dema avêtin ser gund her 7’an jî birin û wan li ber mizgeftê kom kirin û ew îşkence kirin. Min li vê şaneşîna ku hûn dibînin, îşkenceya ku li zarokên min hat kirin temaşe kir. Dilê min perçe dibû. Her heftan jî danîbûn kêleka hevdu. Dema zêde li yekî didan ê din hewl dida, da ku li wî bidin û dev ji ê din berdin. Hemû birayan hewl dida Omerê 23 salî biparêzin. Bavê min bi xwe jî ji ber îşkenceyê mir. Lê min wê hesreta di dilê xwe de, hesreta ji bo gund di dilê xwe de kom kir. Lê kes nikare ji bo vana bibe bersiv. Dixwazim bipirsim sedema ewqas zext û zoriyan çi bû?”   MA / Nimet Ölmez