HDP'ê li şûna namzetên ku YSK’ê ew veto kirin, namzetên nû diyar kirin 2018-05-26 11:29:54   ENQERE – Piştî YSK’ê 5 namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê veto kir, HDP'ê li şûna wan namzetên nû diyar kirin. HDP'ê li şûna Îdris Baluken, Mehmet Ruştu Tiryaki û li şûna Turgut Oker jî Zeynel Ozen  nîşan da.    Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), der barê 5 namzetên HDP'ê de biryara veto da. HDP li şûna namzetên ku YSK'ê veto  kir namzetên nû diyar kirin.  HDP'ê li şûna Namzetê Êlihê Îdris Baluken, endamê YSK'ê Mehmet Ruştu Tiryakî nîşan da.  HDP'ê li şûna namzetê Herêma 3'emîn ê Stenbolê û Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa (AABK) Turgut Oker Zeynel Ozen nîşan da.    Li şûna namzetê Şirnexê Abdullah Gungen Hasan Ozguneş nîşan da. Li şûna Leyla Birlîk jî Nuran Îmir kirin dêza duyemîn. Serdar Kunî jî namzet nîşan dan.    Li şûna namzetê herêma 1'emîn ê Bûrsayê Yuksek Akgun Adnan Şahin nîşan dan. Li şûna kedkara KESK'ê Bedriye Yorgun jî Berivan Ozpolat Şimşek nîşan dan.