Bi roketan êrîşî kontrola polîsan kirin 2018-05-26 11:15:41 COLEMÊRG -  Li Şemzînanê, di saetên şevê de bi roketan êrîşî kontrola polîsan kirin.  Li gundê Şapatan a navçeya Şemzînana Colemêrgê, di saetên şevê de êrîşa roketê li dijî kontrola polîsan pêk hat. Hat diyarkirin ku bi şev saet 02.00’yan de êrîş pêk hat, gelek maşîneyên zirxî û tîmên hêzên taybet sewqî herêmê hatin kirin. Hat xuyakirin ku piştî êrîşê heya serê sibê li herêmê dengê çekan hatin û agahiya di êrîşê de kuştî hene yan na nehat bi dest xistin.