Hedefa HDP’ê li Osmaniyeyê wekîlek e 2018-05-26 11:15:20 OSMANIYE – Hevserokê HDP’a Osmaniyeyê Alî Coşkun diyar kir ku dê li bajêr dengê xwe zêde bikin û armanca wan ew e wekîlekî derxin. Rêxistina HDP’a Osmaniye li bajêr beriya hilbijartinan lez da xebatên xwe. Li bajêr 279 hilbijêr hene û armanca HDP’ê ew e ji 4 wekîlan wekîlek bişîne Meclîsê.   ‘EWLEHIYA SINDOQAN GIRÎNG E’    Hevserokê HDP’a Osmaniyeyê Alî Coşkun diyar kir ku beşek mezin a amadekariyên hilbijartinê temam kirine û dê ew di encama xebatên birêve dibin de dê dengê xwe zêde bikin. Coşkun anî ziman ku ji bo ewlehiya sindoqan jî xebatên wan didomin û div ê mijarê de bi CHP’ê û Partiya Saadet re hevdîtin kirin e.   ‘DI SINDOQAN DE FAŞÎZMÊ VEŞÊRIN’    Coşkun da zanîn ku ew ê li Osmaniyeyê dengên xwe zêde bikin û armanca wan ew e wekîlek bişînin Meclîsê û got: “Ji yên digotin kurdan di sindoqan de veşêrin enyad; ne kurd em ê faşîstan di sindoqan de veşêrin.”    Coşkun kedkar, hêzên demokrasiyê, gundiyan, karkeran, jinan, ciwanan û welatiyên bêkar vexwend nav refên HDP’ê û got: “Êdî em dibêjin bes. Em partiya bindestan in. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Ji bo vê yekê divê hemû mirov bibin yek û faşîzmê di sindoqan de veşêrin.”