Bi deh hezaran Efrînî li Şehbayê li ser piyan in 2018-05-26 10:54:07 ŞEHBA - Li ser banga rewşenbîr, akademisyen, partî, komele, saziyên sivîl ên herêmê û cîhanî ku roja 26‘ê Gulanê wekî Roja Cîhanî ya Li Dijî operasyona Tirkiyê hatî destnîşankirin, gelê Efrînê û herêmê li Şehba mîtînga girseyî pêk anîn. Mîtîng bi tevlêbûna deh hezaran didome.    Li ser banga rewşenbîr, akademisyen, partî, komele, saziyên sivîl ên Kurdistanî û cîhanî a ku roja 26‘ê Gulanê wekî Roja Cîhanî ya Li Dijî Dagirkeriya Tirkiyê hatiye destnîşankirin, gelê Rojava û Bakurê Sûriyê li dijî polîtîkayên Tirkiyê yên guhertina demografî meşiyan û mîtîng pêk anîn.    Bi hezaran kesên kom bûn meşiyan qada Kampa "Berxwedana" ya kantona Şehbayê û li vir dest bi bîtîngê kirin. Li Kobanê, Qamişlo, Tirbê Sibiyê û Hesekê jî meş û mîtîng hatin li darwxistin û didomin.    Dê li Helebê jî meşa bi meşaleyî dê saet di 21:00'an de pêk bê. Li Amûdê jî dê meş saet di 16:00‘an de li taxa Şehîd Cûdî dest pê dike.