Ava nexweşxaneya leşkerî Fîskayayê tehdît dike! 2017-10-14 09:13:13 AMED - Ava ku ji Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê diherike malên li Fîskayayê, rê li ber rewşên talûke vedike. Welatiya bi navê Belkiz Sayili, anî ziman ku ji ber ava diherike mala wê rutûbet girtiye û ev pirs kir: “Zinarên ku ji ber avê bûne wek qenalan, talûkeyê didin der. Kevir sist dibin û bi ser malan de dikevin. Neviyên min tim li baxçe dilîzin. Heke kevir bi ser zarokan de bikevin, dê kî hesab bide?”  Li Amedê, piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê ku temenê wê 171 sal e, dewrî Wezareta Tenduristiyê hat kirin. Lê belê li vê avahiya ku hîn jî xizmetê dike, av ji avahiyên wê yên pêvekî ber bi Taxa Dîcleyê ya Fîskayayê diherike. Ji ber avê malên welatiyan rutûbet girtiye. Şêniyên taxê diyar dikin ku wan gelek caran serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daye, lê belê tu tişt nehatiye kirin.    Welatiya bi navê Belkis Sayili ku li kuçeya 332’yemîn a taxê rûdinê, diyar kir ku bi salan e av ji nexweşxaneya leşkerî bi ser wan de diherike û ji ber vê malên wan rutûbet girtiye. Sayili, dest nîşan kir ku ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin wan gelek caran serî li Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Av û Qenalîzasyonan a Amedê (DÎSKÎ) daye, lê belê tu encam wernegirtine.    ‘HEKE BI SER ME DE BIRÛXE DÊ KÎ HESAB BIDE’    Sayili, diyar kir ku li taxê gelek mal bi vê pirsgirêkê re rû bir û ne û ev tişt gotin: “Ez çûm cem rayedarên nexweşxaneyê. Ew nexweşxaneya sivîl, a sivîl jî wan tawanbar dike. Lê belê ava ku diherike, ji aliyê nexweşxaneya leşkerî ve tê.  Gelek caran min bi daxwaznameyan serî li şaredariyê da. Ez bi xwe çûm, lê belê wek ku henekên xwe bi min bikin gotin ‘dîwar lê bikin ku em werin.’ Mala min li ser zinarekî çetin hatiye avakirin, ma ez ê çawa bi derfetên xwe dîwar lê bikim. Ev ne karê min e, karê şaredariyê ye.”     Sayili, diyar kir ku ji ber vê avê derdor jî qirêj dibe. Sayili, dest nîşan kir ku ji ber avê di zinaran de qenal çê bûne û wiha pirs kir: “Zinarên ku ji ber avê bûne wek qenalan, talûkeyê didin der. Kevir sist dibin û bi ser malan de dikevin. Neviyên min tim li baxçe dilîzin. Heke kevir bi ser zarokan de bikevin, dê kî hesab bide?”    KEYA: ME GELEK CARAN SERLÊDAN KIRIN    Têkildarî mijarê me hevdîtin bi keyayê taxê Vahit Kelekçiler re çê kir. Kelekçiler diyar kir ku bi salan e ev pirsgirêk heye û ji bo çareserkirina pirsgirêkê wan serî li gelek meqamên eleqedar daye, lê belê pirsgirêk nehatiye çareserkirin.