Biryara Doza Sereke ya KCK'ê ne tesadufî ye 2018-05-26 10:29:32   AMED - Dadgeha Îstinafê biryara ku dadgehên herêmî der barê siyasetmedarên kurd de dabûn bêyî lêkolîn bike erê kir. Dadgehê der barê 139 siyasetmedarên kurd ên ji "Doza Sereke ya KCK'ê" dihatin darizandin. Balkêş e ev biryar mehek berî hilbijartinê hat girtin. Parêzeran diyar kir ku belgeyên ku ji hezaran rûpelan pêk tên, ne pêkan e di nava 8 mehan de bê xwendin û lêkolînkirin û dadgehê bêyî xwendina dosyayan biryar daye.   4'emîn Daîreya Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê der barê 89 siyasetmedarên kurd de cezayê ku dadgeha herêmî dabû erê kir. 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a  Amedê, di çarçoveya "Doza sereke ya KCK'ê de di 28'ê Adara 2017'an de, ji 154 siyasetmedaran li 139 siyasetmedaran ceza birî bû. Dageha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê der barê 89 siyasetmedarên ku namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê jî hene, ceza erê kir.  Di nava 89 kesan de 4 namzetên parlamenteriyê jî hene. Dadgehê tenê der barê Ferhan Turk û Veysel Akar de bi sedema delîl kêm in ceza xera kir. Dadgehê di heman çarçoveyê de 5 sal cezayê siyasetmedar Zubeyde Zumrut, 4 sal û 8 meh cesayê siyasetmedar Mehmet Guzel û Mehmet Aksunger jî erê kirin.   DI DOZA ERNEKON DE 3, DI DOZA BOLYOZ DE SALEK Û DI DOZA KCK'Ê DE 8 MEH    Heyeta dadgehê der barê doza ku dosya ji 11 hezar û 84 rûpelan pêk tê de di nava 8 mehan de biryar da. Der barê 89 siyasetmedaran de ceza erê kir û der barê 15 siyasetmedaran de biryara beraetê da. Dadgehê di nava 8 mehan de der barê doza ku ji 608 klasoran pek tê biryar da. Dadgehê der barê 89 kesên ku namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê hene jî beriya hilbijartina 24'ê hezîranê bi lez û bez biryar da. Dadgehê der barê doza Ergenekonê ku 275 bersûc hebûn 3 sal şûnde biryar dabû. Der barê doza Balyoz a 330 kes dihat darizandin jî piştî salekê biryar dabû.    'BIRYARA DADGEHÊ YA BERIYA HILBIJARTINÊ BALKÊŞ E'    Parêzerê dozê dişopîne Cihan Yildirim û Mesut Beştaş bal kişandin ser biryara Dadgeha Îstinafê û diyar kirin ku biryara beriya hilbijartina 24'e Hezîranê hat dayîn balkêş e. Aydin, anî ziman ku piştî hilbijartina pêşwext biryara beriya hilbijartinê wisa bi lez hat dayîn balkêş e. Aydin, anî ziman ku bersûcê vê dozê gelek jê siyasetmedarên kurd in û di siyasetê de çalak in û wiha got: "Mehek beriya hilbijartinê biryara bi vî rengî balkêş e. Pir zor e ku doza ji 620 dosyayan pêk bê di nava 7-8 mehan de bê xwendin û lêkolînkirin. Ez bawer namik mu dadgehê dosyayên Doza Sereke ya KCK'ê di esas de lêkolîn kiribin. Mixabin îtîrazên me yên li ser esas û isûlê li ber çavan nehatiye girtin. Doz di milê hiqûqî de bi dawî nebûye. Em dê dozê bibin dadgeha bilind."     LÊKOLÎN NEKIRINE Û BIRYAR DANE   Prz. Mesut Beştaş jî diyar kir ku Dadgeha Îstinafê bêyî lêkolîn bike biryar daye û wiha got: "Biryara bi vî rengî li dijî armanca rol û mîsyona wan e. Divê hemû endamên dadgehê yek bi yek van dosayayan lêkolîn bike û bixwînin. Tenê çend şaşiyên dadgeha herêmî yên şeklî rast kirine, lê di esas de tu guhertin nekirine. Tenê rûtiş kirine. Bi berfireh lêkolîn nekirine û aliyê hiqûqî liber çavan negirtine. Beriya hilbijartinê biryara bi vî rengî balê dikişîne. Dadger û dozgerên ku lêpirsinê dikin tenê li navê dosyayê nerîne. Dozger u dadger hemû kesên tên darizandin wekî endamê rêxistina çekdarî doz li wan vekir. Ji ber ji doza sereke ya KCK'ê tê darizandin wekî ku di nava rêxistina çekdarî de cih girtibin nîşan dane. Ger ku ev mirov bi vî rengi tên darizandin û tawanbarkirin divê ev doz ji nûve bê dîtin. Divê heyeta dadgeha herêmî van delîlan ji nûve lêkolîn bike û di ber çavan re derbas bike."    MA / Denîz Tekîn