MHP’ê êrişê SP’ê kir: 7 kes birîndar bûn 2018-05-26 09:27:58 ENQERE  Li Enqerê dema endamên partiya Saadetê xebatên hilbijartinê dikir rastî êrişa komek endamên MHP’ê hatin. Di êrişa pêk hat de 7 kes birîndar bûn.  Li Bulvara 1071 Malazgîrtê dema endamên Partiya Saadetê dixwest pankartên partiya xwe daliqînin komek endamên MHP’ê êriş kirin û şer qewimî. Li gor agahiyan di nava du koman de şer derket û polîs ketin navberê. Lê di encamê de 2 kes birîndar bûn. Polîs der barê mijarê de lêpirsînê da destpêkirin.  Çavkaniyan diyar kir  ku dema endamên Partiya Saadeçê dixwest ji bo propagandeya hilbijartinê alên xwe li kolanê daliqînin, rastê êriyê komek MHP’î hatin û di encama êrişê de 7 kes birîndar dibin. Hat zanîn ku endamê Parlamenteriya Saadetê ya Enqereyê Mehmet Fethî Ozturk jî birîndar bûye.