Ji ber SÎHA'yan nikarin li heywanên xwe jî bigerin 2017-10-14 09:11:38 COLEMÊRG - Şêniyên mezrika Kêrîser a girêdayî gundê Dêzê ku tim liv û tevgera SÎHA û Heronan lê heye, ji ber tirsa ku dê bibin hedef nikarin li heywanên xwe yên ku ji mezrikê dûr ketine jî bigerin.  Di 31'ê Tebaxê de li Colemêrgê Mehmet Temel, Mûsa Tarhan, Îbrahîm Sak û Îsmaîl Aydin bûbûn hedefa Amûrên Bêmirov (SÎHA) û di vê êrîşê de Mehmet Temel jiyana xwe ji dest dabû û her sê welatiyên din jî birîndar bûbûn. Li heman herêmê hîn jî liv û tevgera SÎHA û Heronan heye û ji ber vê welatiyên herêmê nerihet in. Şêniyên mezrika Kêrîser a gundê Dêzê ku bênavber liv û tevgera hewayî lê heye, anîn ziman ku ji ber tirsa Heron û SÎHA'yan ew nikarin li heywanên xwe yên ji mezrikê dûr dikevin jî bigerin.    'JI TIRSA LI ÇÊLEKA XWE NEGERIYAM'    Welatiyê bi navê Ubeyit Yîgît, anî ziman ku piştî êrîşa SÎHA'yan ku di 31'ê Tebaxê de li gundê Talê pêk hat, êdî ji tirsa ew nikarin ji mezrikê derkevin û wiha got: "Tim li ser gund SÎHA diçin û tên. Piştî êrîşan em jî êdî ji tirsa nikarin ji gund derkevin. Êdî em nikarin zarokên xwe bişînin ber heywanan. Çend roj berê çêlekek min ji garanê veqetiya û berê xwe da geliya li jora gund. Lê belê ji tirsa SÎHA'yan neçûm û ez lê negeriyam. Piştî çend rojan şûnde hîn bûm ku çêleka min telef bûye. Êdî ji tirsa em nikarin ji gund derkevin."    ‘EM LI MALÊN XWE JÎ DITIRSIN'    Asiye Yîgît jî, dest nîşan kir ku ew her sal di payîzê de dest bi amadekariyên zivistanê dikin, lê belê îsal ji ber tirsa SÎHA'yan wan amadekariyên zivistanê nekiriye. Yîgît, ji bo ardû berhev bikin ew derneketine derveyî mezrikê û wiha domand: "Em ditirsin. Çimkî berê kesên ku di rê de dimeşiyan SÎHA'yan bera wan da. Ji ber vê em jî ji gund dernakevin. Tim li ser serê me ne. Em li mala xwe jî ditirsin." Semîha Yîgît jî, anî ziman ku dema zarok dengê SÎHA'yan dibihîsin ji tirsa direvin malê.