Waliyê Şirnexê jî xwest sindoqên gundan li navendeke kom bikin 2018-05-26 09:19:46 ŞIRNEX – Piştî Waliyê Colemêrgê ji YSK'ê xwest sindoqên 134 gundan li 38 gundan kom bikin, niha jî Waliyê Şirnexê ji YSK'ê xwest ku sindoqên gundan li navendekê kom bikin.  Piştî Walîtiya Colemêrgê xwest ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê sindoqên 134 gundan li 38 gundan kom bike, niha Waliyê Şirnexê jî xwest sindoqên gundan li çend gundên navendî kom bikin. Waliyê Şirnexê jî bi heman armancê serî li YSK'ê da û li benda bersîva YSK'ê ne. Balkêş e li Şirnex û Colemêrgê HDP herî zêde dengan ji van gundan distîne û wekî depoya dengan ya HDP'ê ye. Walitiya Şirxenê ji YSK'ê xwest ku sindoqên gundên girêdayî Navenda Şirnex, Bassa, Sîlopî, Qileban û Elkê ku herî zêde  HDP ji van gundan deng distîne, bibin gundên cuda.    Rêxistina HDP'ê ya Sîlopiyê ji duh der barê dane û agahiyên sindoqên ku bên avakirin bi Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê re hevdîtin kir. Rayedarên Lijneya  Hilbijartina Navçeyê jî diyar kirin ku hêj wezareta karên hundir der barê vê mijarê de xebatê dike û xebat neqediya ne. Lijneyê da zanîn ku kengî xebat bi dawî bûn dikarin agahiyan parve bikin.