Namzeta jin a Dersimê: Ez ji bo wekheviyê namzetim 2018-05-26 09:18:05 DERSIM - Li Dersimê di nav namzetên partiyên siyasî de tenê namzeta HDP’ê ya rêza duyemîn jin e. Namzeta HDP’ê ya Dersimê Meral Hanbayat Yeşîl diyar kir ku li hemberî îtifaqên rastgir wê xwestiye bi awayekî çalak di nav HDP’ê de cih bigire. Yeşil, anî ziman ku bi taybetî jî wê tesîr ji jinên HDP’î ku bi nasnameya xwe pêşengiya partiya xwe dikin girtiye.  Namzetên HDP’ê yên Dersimê Meral Hanbayat û Alîcan Onlu ji bo xebatên hilbijartinê hatin herêma xwe. Ligel Alîcan Onlu ku hem parlementerê HDP’ê ye û hem jî namzet e, gelê herêmê namzeta nû Meral Hanbayatê jî bi dil û can pêşwazî dike. Hanbayat parêzer e û ji Dersimê ye.    ‘LI HEMBERÎ ÎTIFAQÊN RASTGIR MIN XWES BI AWAYEKÎ ÇALAK DI NAV HDP’Ê DE CIH BIGIRIM’    Yeşil, diyar kir ku ew di pêvajoyeke zor û zehmet re derbas dibin û got: “Li Tirkiyeyê bi navê Îtifaqa Cûmhûr û bi navê îtifaqa Gel du îtifaq hatin çêkirin. Lê li gel van îtifaqan jî îtifaqa HDP’ê heye ku dengê hemû bindestan, jinan û ciwanan e. Piştî îtifaqên rastgir çêbûn, HDP bi tenas serê xwe ma. Nemaze jî ji ber ku îktîdara AKP’ê ew hedef digirt, parlementer û hevşaredarên wê girtin, min xwest bi awayekî çalak di nav de cih bigirim. Her wiha ji ber tekane navnîşana bindestan HDP ye, bûm namzet. Ji bo 24’ê Hezîranê bi ser bikeve min di nav HDP’ê de cih girt.”   Yeşîl, diyar kir ku HDP partiya jina ye û di hemû xebatên partiyê de renge jinan heye. Yeşîl got: “Jin bi nasnameya xwe pêşengiyê dikin. Ev xaleke gelekî girîng e. Têkoşîneke ku mirov dibe heyranê wê. Her wiha temsîliyeta wekheviyê ya HDP’ê bi tena serê xwe wê ji partiyên din cuda dike. Eger em bendavê derbas bikin, em ê bi kotayeke jinan a mezin mohra xwe li meclîsê bixin. Em ê di têkoşîna jinê de kar û barên girîng bikin.”    Her wiha Yeşîl, diyar kir ku li Dersimê di nav partiyên siyasî de tenê ew namzeta jin e û ev yek jî cihê xemgîniyê ye. Yeşîl, destnîşan kir ku divê Dersimî li ser vê yekê bifikirin.      ‘EM Ê PIRA AZADIYÊ AVA BIKIN’    Yeşîl, anî ziman ku îtifaqên hatine çêkirin hemû dixwazin HDP di bin bendavê de bimîne, lê belê dê HDP tenê bendavê derbas neke dê 24’ê Hezîranê birûxîne û derbas bibe. Yeşîl, destnîşan kir ku dê HDP pira azadiyê ava bike.    Yeşîl, bal kişand ser xebatên hilbijartinê û destnîşan kir ku nemaze jî divê jin di nav xebatên hilbijartinê de cih bigirin. Yeşîl wiha bang li jinan kir: “Em kuçeyên hatine qedexekirin bi hev re azad bikin. Dixwazim tevî jinên dersimi vê têkoşînê bilindtir bikim û ji bo Tirkiyeyê bibim model. Dixwazim 25’ê Hezîranê bi awayekî kêfxweş û hêvîdar şiyar bibim. Çimkî îktîdareke wekî kabûsan heye. Ruhê me westiya. Gelê Dersimê polîtîk e. Dê di 24’ê Hezîranê de bersivê bide.”