Ji keviran hunerê ava dike 2017-10-14 09:10:56 WAN – Fatîh Şahîn, kevirên (ferşik)  ku li qeraxa Gola Wanê û çemên herêmê berhev dike, fîgur û şiklên cuda li ser wan çê dike. Şahin ku ji keviran hunere ava dike  paşê wan diyarî heval û nasên xwe dike.  Li Wanê Fatîh Şahîn, li qeraxa Gola Wanê û çem û robarên derdorê ferşikan berhev dike û li ser wan fîgur û şiklên cuda çê dike. Şahîn odeyeke mala xwe kiriye atolye û dixebite. Şahîn, kevirên ku dineqişîne paşê diyarî heval, dost û nasên xwe dike.    Şahîn ku hunera Mandalayê îcra dike, diyar kir ku ew demekê di girtîgehê de maye û dema ew di girtîgehê de bûye wî doxên paspasê zimpere kiriye û veguherandiye tizbiyan. Şahîn wiha got: "Piştî ku ji girtîgehê derketim, min li ser keviran şikil çê kirin û dest bi boyaxkirina wan kir. Destpêkê min nizanibû ya ku çê dikim hunera Mandalayê ye. Paşê hîn bûm."    'JI DILÊ MIN ÇI BÊ WÊ XÊZ DIKIM'    Şahin, diyar kir ku ew bi boyaxa akrîlîkê keviran boyax dike û ev boyax ji bo hunera keviran guncav e. Şahîn, dest nîşan kir ku li herêmê kesekî din hunera Mandalayê çê nake. Şahîn wiha domand: "Ji biçûkantiya xwe de bala min li ser resmê ye. Êdî wêneyan li ser keviran xêz dikim û boyax dikim. Ji bo vê hunerê min li tu deverî perwerde wernegirtiye. Wê kêliyê çi ji dilê min bê li ser kevir xêz dikim û ev yek min rihet dike." Şahîn diyar kir ku heke derfetên wî hebin ew ê tiştên hîn baştir çê bike û got, ew tenê di zivistanê de bi rihetî kare bixebite. Şahîn, diyar kir ku ew di demsalên din de li nav bax û baxçeyan dixebite û bi hatina zivistanê re, atolyeya xwe li qadeke 2 metreyî vedike û li wir dixebite.    Şahin, anî ziman ku kevirên ku nexş dike bi pereyan nafiroşe û wiha got: "Kesên dixwazin diyarî wan dikim. Bilîbûna bi hunerê, baweriyê li mirovan peyda dike. Ji ber ku meyla keça min jî li ser vê hunerê ye, niha ew jî dixebite. Carinan tevî min dixebite û boyax dike. Hûn nikarin vê hunerê hînê kesan bikin. Tenê dema meyl û xwesteka mirov hebe dikare hîn bibe. Tiştên ku ji dilê min tê resmî ser keviran dikim."   TEYRÊ SÎMIR, PINPINÎK, XALXALOK...   Şahîn, dest nîşan kir ku ew bi piranî fîgurên teyrê sîmir, pinpinîk, xalxalok û hwd. çê dike û wiha got: "Hin kes yên partî û tîmê ku jê hez dikin dixwazin. Lê belê herî zêde ji bo xalxalokê daxwaz hene." Şahîn, balê kişand ser hûrguliyên vê huherê û wiha got: "Pêşî bi pênûs li ser ferşik û kevirên ku ji kêleka golê û çeman berhev dikim şiklên geometrîk xêz dikim. Paşê wan bi rengên cuda boyax dikim. Kevir çi qas pahn be şikil ewqas xweşik çê dibin. Mesela dema ez xalxalokê çê dikim, pêşî ez wî kevirî bi rengekî sade boyax dikim. Piştî ku boyax zuha dibe, ez xalxalokê xêz dikim. Xebata ku herî rihet çê dikim xalxalok e..." Şahin, diyar kir ku hin xebat hene ew çend rojan li ser wan hûr dibe.    MA / Mahmut Ruvanas