ROJEVA 26'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-26 09:00:06 * Alîkarê Hevserokên HDP’a Amedê Mustafa Akengîn diyar kir ku wan ji bo hilbijartinê 9 hezar kes li ser nêzî 3 hezar û 300 sindoqan peywîrdar kiriye û got: “Ji ber qanûna dawî ku nûnerên partiyan nikarin li ser sindoqan bixebitin, di mijara ewlehiya sindoqan de di serê me de pirsnîşan hene.”  * Xwendekaraên zanîngehê yên li Agiriyê, gotin ji bo pêşerojê û akademî azad bibe ew ê dengê xwe bidin HDP’ê.    * YSK’ê ji bo hilbijêrên astengdar û nexweş, biryara dabû ku dê li navendên navçe û bajaran sindoqên seyyar deynin. Komeleya Şopandinê ya Ji Bo Mafên Wekhev (ESHÎD) jî îtirazî vê biryarê kiribû û di îtiraza xwe de diyar kiribû ku divê li bajaro û gundan jî sindoqên seyyar bên danîn. Lê belê YSK’ê biryara ESHÎD’ê red kir. Li gorî rayedarên komeleyê YSK cihêkariyê dike û ev biryar li dijî peymanên navnetewî ye.    * Nûnerên partiyên siyasî, der barê xebatên hilbijartin û ewlehiya hilbijartinê de agahî dan û destnîşan kirin ku divê gel tenê qîma xwe bi deng dayînê neyne, her wiha divê piştî dengdayînê li dor sindoqan bibe xelek.    * Hevseroka HDP’ê ya Agiriyê Yelîz Karaarslan destnîşan kir ku wan di 7’ê Hezîranê de ji 4’an 4 wekîl girtine û ew ê di vê hilbijartinê jî 4’an bigirin. Karaarslan bang li herkesî kir ku tev li xebatên hilbijartinê bibin.    * Rojnamevan Îdrîs Sayilgan, îdianameya der barê wî de wekî “derewnameyê” pênase kir û got: “Dibe ku em xebatkarên çapemeniya azad di zindanê de bin, lê cihana me, pêşeroja me ronî ye. Li dijî tarîtiyê, bijî warê min ê ronahiyê.”    * HDP, li Edîrneyê bi nasnameyên rengîn ên li Tirkiyeyê, diçe hilbijartina 24’ê Hezîranê. Namzetê Cengene yê Edîrneyê Serdal Zimba, diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de, ew ê Newroz û Xidirellezê bikin yek û biser bikevin.   * Esnafên Dersimê anîn ziman ku her diçe krîza aborî zêdetir tesîrê li wan dike. Esnafan got, îktîdara AKP’ê bi sozê ku dê pirsgirêkên aborî çareser bike bû îktîdar, lê belê dê bi krîza aborî biçe.    * Li Dersimê di nav namzetên partiyên siyasî de tenê namzeta HDP’ê ya rêza duyemîn jin e. Namzeta HDP’ê ya Dersimê Meral Hanbayat diyar kir ku li hemberî îtifaqên rastgir wê xwestiye bi awayekî çalak di nav HDP’ê de cih bigire. Yeşil, anî ziman ku bi taybetî jî wê tesîr ji jinên HDP’î ku bi nasnameya xwe pêşengiya partiya xwe dikin girtiye.    * Berîvan Adlim ya ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hat berdan, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê kamerayan li odeyên jinan ferz dike û kesên sax tên girtin, nexweş derdikevin.    * Piştî Waliyê Colemêrgê ji YSK'ê xwest sindoqên 134 gundan li 38 gundan kom bikin, niha jî Waliyê Şirnexê ji YSK'ê xwest ku sindoqên gundan li navendekê kom bikin.    * Berdevka Piştevaniya Mor Julîana Gozen, diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê di 16 salan tim li dijî jinan dijminantî kir û got: “Bi hêrsa 16 salan em ê di 24’ê Hezîranê de bêjin TEMAM û êdî bese.”   * Dadgeha Îstinafê biryara ku dadgehên herêmî der barê siyasetmedarên kurd de dabûn bêyî lêkolîn bike erê kir. Dadgehê der barê 139 siyasetmedarên kurd ên ji "Doza Sereke ya KCK'ê" dihatin darizandin. Balkêş e ev biryar mehek berî hilbijartinê hat girtin. Parêzeran diyar kir ku belgeyên ku ji sedan rûpelan pêk tên, ne pêkan e di nava 8 mehan de bê xwendin û lêkolînkirin û dadgehê bêyî xwendina dosyayan biryar daye.   * Komeleya Şopandina ji bo Mafên Wekhev û Akademîya Piştevaniya Kocaelî dê li Novotel a Karakoy a Stenbolê konferansa "Konferansa navneteweyî ya li ser cudakariya Nijad, koka nijadî, bawerî û ol" pêk bînin. (09.30)   * Rêxistina HDP'ê dê li gelek bajaran namzetên xwe bidin naskirin, buroyên hilbijartinê, mal û esnafan ziyaret bikin. (12.00)    * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 687'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bike. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê û Xizmên Windayan dê di hefteya 485'an de li şaxa ÎHD'ê ji bo winda bên dîtin û kujer bê darizandin çalakiya xwe berdewam bike. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Êlih û Edeneyê dê kongreyên xwe pêk bînin. (13.00-14.00)   * Komîsyona Girtiyên Nexweş a ÎHD'ê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 322'an de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û windayan dê di hefteya 434'an de çalakiya xwe berdewam bikin. (13.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê li navçeyên Sultangazi, Gaziosmanpaşa û Esenlerê buroyên hilbijartinê veke. (13.00-15.00-17.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê  Sezaî Temellî, dê cemxaneya Îkitellî ya Stenbolê ziyaret bike. Piştre dê li Fatih û Tekirdagê buroyên hilbijartinê veke. (12.00-13.00-15.00-18.00-20.00)