Serlêdana malbatan a cara 77’an jî hat redkirin 2018-05-25 21:01:18     STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana malbata Ocalan ku xwest bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbike red kir. Her wiha serlêdana malbatên girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê jî hat redkirin. Heta niha 77 serlêdanên malbatan hatine redkirin.   Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi kekê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Her wiha malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ku di Girtîgeha Îmraliyê de ne jî ji bo hevdîtinês erlêdan pêk anîbûn. Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.   Herî dawî malbata Ocalan di 11’ê Îlona 2016’an de hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk anîbû. Ji 11’ê Îlonê ve heta niha 77 serlêdanên malbatan hatin redkirin.