'Her dengê ku ji bo AKP’ê biçe, dê kesên çûn serdana Çakici bibe meclîsê’ 2018-05-25 15:59:02   QARS- Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku her dengê ji bo ku îtîfaqa AKP-MHP biçe, dê kesên çûn  serdana Çakici bibe meclîsê û got: “Bila encamak wisan derbikeve ku mase rûxandin, maf û azadî kirina buzdolaban çiye.”   Berdevkê Partiya Demokratîk a Galan (HDP) û parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Qersê de, li bajaroka Dagpinar a navçeya Têkorê bi gel re kom bûn. Piştî hevdîtina bi gel re bi coşek mezin derbas bû, Bilgen û endamên partiyê yên parê dikandar ziyaret kirin û civînên gel pêk anîn. Bilgen di hevdîtina gel de axivî û wiha got: “Ger hilbijêrên we nas nakin, wan dikin girtîgehan, namzetê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê deye, wê demê hewce dike ku em hêza xwe zêdetir bi wan bidin hîs kirin.”    'EV PARTIYA QEHREMANÊN BÊ NAVIN’    Bîlgen, da zanîn AKP ne tenê kurdan, hemû mûxalefetê li welat ceza dike û wiha bilêv kir: “Di 24’ê Hezîranê de fersendek nû pêşiya me ye. Divê  em hemû bi hevre  vê fersendê baş binirxîn in. Her dengê ku ji bo AKP’ê biçe, dê kesên çûn serdana Alaattîn Çakici bişîne meclîsê.’ Ev pergal, pergalek wihaye.”