Jinên penaber ên li ser sergoyan li nan digerin 2018-05-25 15:37:28   RIHA - Li Rihayê jinên penaber ên Sûriyeyî her serê sibehê li Qada Haşimiye ya Rihayê diçin ser sergo û nan kom dikin.   Li Qada Haşimiyê ya Rihayê jinên penaber ên Sûriyeyî ku li Rihayê bi cih bûne, her serê sibe ji ser sergoyan nan kom dikin û dibin mal. Jinên penaber ên Sûriyeyî bi saetan li pêş firinan kom dibin û li benda nan disekinin. Jinen ku nan bi destê wan nakeve serê sibê diçin ser sergoyan nan kom dikin.    Ev dîmenê hatiye kişandin, wêneyê 400 hezar welatiyên Sûriye yên li Rihayê bi cih bûne li ber çavan radixe. Hikûmeta AKP'ê û Erdogan her dem penaberan li dijî Yekîtiya Ewropa wekî koz bikar tîne û bi xwedîkirina penaberan pestê xwe dide.    FOTO: ARJÎN DÎLEK ONCEL