Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in! 2024-07-02 18:11:07   ŞIRNEX -  TJA'yê li navçeya Cizîrê têkildarî gotinên zayendperest ên midûrê polîsan ku li dijî Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan gotibûn daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal axivî û bang li midûrê polîsan kir û got: "Hedê xwe zanibe."   Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî gotinên zayentperest ên midûrê polîsan ên li Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan re di meşa li navçeya Hezex a Şirnexê ku li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê pêk hat de gotibûn, daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Cizîrê hat dayin, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê, Dayikên Aştiyê, Rêxistinên navend û navçeyan ên DEM Partiyê, Parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal, Zekî Îrmez û gelek welatî beşdar bûn. Girseyê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Em gel, jin û jiyan in, hûn kî ne" vekirin û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî û zext ninkarin me bitirsînin" berz kirin.   Beriya daxuyaniyê heyeta ku li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê ji Cizîrê diçûn Colemêrgê hatin oxirkirin. Endama Meclîsa Şaredariya Cizîrê Sema Eren ku piştre metna daxuyaniyê xwend, bi bîr xist ku Hevşaredar Guler Yerbasan bi rêjeya ji sedî 73'yê dengên gel hatiye hilbijartin û ev tişt gotin: "Gotinên midûrê polîsan ên 'Tu kî yî! Cihê xwe bizanibe! Ji ber ku tu jin, mafê te ya axaftinê tune ye." îradeya jinê û ya gelê kurd tüne dihesibîne. Ev yek berhema polîtîkayên şerê taybet a desthilat û dewlete yê. Yên ku difikirin ku gelê Kurd û jinên Kurd wê bi gefan paşde gav biavêjin, şaş difikirin. Em ê guh nedin tehdîd û gefan. Em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe mezintir bikin."   'EM JIN IN Û LI VIR IN'   Piştre Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal axivî û diyar kir ku midûrê polîsan ê ku li dijî Hevşaredar Guler Yerbasan gotinên zayendperest bi kar aniyê, gelek caran êrişî daxuyaniyên wan kiriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev kesê ku di her daxuyaniyên me de peywîr girtiye êvara hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê tundî li Hevserokê me yê Şirnexê Abdullah Gungen kir.  Her daxuyanî û çalakiyên me ji ber sedemên neqanûnî û keyfî ji aliyê vî kesî ve tên astengkirin. Bi zext û astengiyan dixwazin hebûna me tune bikin. Dema di nava hefteyekê de 20 jin hatin qetilkirin ên ku pêşiya daxuyaniya me girtin li ku bûn? Dema ku li bajarê me zarok û ciwan dikevin xefika tiryakê li ku bûn? Ev zîhniyeta ku jinê weke kole dibîne, nikare pêşengiya jinê ya di nava civakê de tehemûl bike. Dixwazin jin her tim kole bimînin. Di şexsê Hevşaredara me Guler Yerbasan de hebûn û vîna jinê hat hedefgirtin. Em vê gotinê ne li hemberî hevşaredar û ne jî li hemberî partiya xwe qebûl nakin. Em li vir in, em ê di nava civakê de bin. Jin di siyaseta me de pêşeng in. Em dibêjin heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Kesê ku vê dibêje zîhniyeta qirêj a zilam a dewletê nîşan dide. Ji vir em jê re dibêjin; Cihê xwe bizane. Hedê xwe zanibe. Hûn ne dikarin vê ji me re bibêjin û ne jî îradeya vî gelî tune bihesibînin. Em gel in, em jin in, em li vir in û em ê pêşengiya civaka xwe bikin."    Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.