Dadger 5 meh ceza li Sebahat Tuncel birî 2018-05-25 14:39:37   STENBOL – Bi boneya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel di 2012’an tev li meşekê bûye 5 meh cezayê hepsê lê birîn.    Danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye li 11’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Buyukçekemece hat dîtin. Der barê Tuncel bi boneya di 2012’an de piştevanî daye meşa ji bo greva birçîbûnê ya girtiyan bi sûcdariya “Li dijî qanûna xwepêşandana meşan a hejmara 2911’an muxalefet kiriye” doz hatibû vekirin. Tuncel bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û parêzerên wê amade bûn.    Tuncel parastinek kin kir û got: “Ji bo ez dengê mirovên li wir ragihînim tev li meşê bûm û meşek demokratîk bû. Li berxwedanek li dijî polîsan jî ne mijara gotinê ye. A rast mexdûr em in ne polîs in.” Tuncel û parêzerê xwe daxwaza beratê kirin.    Pişt re dadgehê biryara xwe aşkere kir û bi sûcdariya “Li dijî qanûna xwepêşandana meşan a hejmara 2911’an muxalefet kiriye” 6 meh ceza li Tuncel birî. Dadger mehek ji ceza daxist û 5 meh ceza da Tuncel. Dadgehê hikum kir ku cihê taloqkirina ceza nîne.