Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin 2024-07-02 16:56:57 AMED - Xebatkarên bankamatîkê yên şaredariyê xwestin li pêşiya Şaredariya Sûrê provakasyonê bikin. Li dijî provakasyonê, welatî li pêşiya şaredariyê kom bûn û piştgirî dan şaredariyê.  Xebatkarên bankamatîkê yên ji kar hatine avêtin, provakasyonên xwe didomînin. Komeke endamên Sendîkaya Hîzmet Îşê ku hate tespîtkirin xebatkarên bankamatîkê yên Şaredariya Rezanê ne, bi hinceta ji kar hatine derxistin li pêşiya şaredariyê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Koma ku bi hevkariya polîsan li pêşiya Şaredariya Rezanê provakasyonê dikir, îro jî xwestin li pêşiya Şaredariya Rezanê konê Sendîkaya Hîzmet Îşê vegirin.    Li dijî koma ku li pêşiya Şaredariya Sûrê kom bûyî, welatî jî kom bûn. Hevserokên bajar ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî beşdarî welatiyên ji bo piştevanî û xwedîderketina li şaredariyê kom bûyîn bûn.    ‘GEL XWEDÎ LI ŞAREDARIYA XWE DERKET’   Koma ku heta demekî dirêj li pêşiya şaredariyê ma, piştre konê xwe kom kir û ji wir çû. Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Gel xwedî li îradeya xwe derket. Weke îradeya gel em ji bo xizmeta gel li vir in. Em spasiya hevalên piştevanî da dikin.”