Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin 2024-07-02 15:43:49 ENQERE -  Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ku li ber AYM'ê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto kirin, gotin: "Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin. Em destê xwe bidin hev. Heya hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re neyên kirin wê pirsgirêka li Tirkiyeyê çareser nebe."    Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê hat Enqereyê, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û li ber Dadgeha Destura Bingehîn (AYM) daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, parlamenter, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) beşdarî daxuyaniyê bûn.    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol, anî ziman ku hevdîtina li ber AYM'ê ya bi daxwaza heq û hiqûqê girîng e û got ku ew dixwazin AYM der barê muwekîlên wan Ocalan, Konar, Aktaş û Yildirim de agahiyê bide, lê tu serlêdanên wan heya niha nehatine bersivandin.    BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku daxwazên dayikan pir zelal in û got: "Dayikên me yên hêja ji bo tcerîda li Îmraliyê biqede bi rojan, hefteyan û mehan li kuçeya ne. Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Tecrîda li Îmraliyê neheqî, bmhiqûqî û bêedaletî ye."   Hatîmogûllariyê serdanên CPT'yê yên li Îmraliyê bibîr xistin û got: "Der barê tendristî û rewşa birêz Ocalan de tu agahî nehatine parvekirin. Gelê kurd bi fikar e. Tê xwestin ku tecrîda li dijî mafên mirovan e bê rakirin û birêz Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re û malbata xwe re bike. Gelê kurd dixwaze aştî bê herêmê. Dewlet bi xwe hevdîtin bi birêz Ocalan re kiribû. Di dawiya van hevdîtina de gotibû ew di çareserkirina meseleya kurd de bi israr e. Em bnag li Wezareta Dadê dikin; dayik serdana we kirin. Lê we ji wan re got tecrîd tüne ye. Lê dayik dibêjin tecrîd heye. Gelên Tirkiyeê û kurd dibêjin tecrîd heye û doza aştiyê dikin."    Ji dayikan Emîne Erenê jî anî ziman ku ew aştiyê dixwazin lê dewlet bi israr şer didomîne û got: "Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin. Em destê xwe bidin hev. Heya hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re neyên kirin wê pirsgirêka li Tirkiyeyê çareser nebe."    Daxuyanî bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.